Ev gotina, di sala 2013’yan de piştî ketina Mursî, ji aliyê Îbrahîm Kalin ve hatibû gotin. Jixwe ji wê salê û pêve êdî destpêka wan a bi tanêmayînê destpê dike.
Berî vê di 2009’an de, li Davosê bi gotina Van Munit a R.Erdogan, nakokiya navbera wan û Îsrailê tûj bûbû. Jixwe Kalin vê bûyerê jî bi bîr tîne û bi van helwestên xwe, xwedêgiravî pesindariya rêveberiya xwe û bîrdoziya xwe dikin.
Erê ji alîkî ve bi wê gotina li Davosê ve, di nava welatên misilman de hinekî krediya wan derket pêş. Lê dibe ku bi vê ve girêdayî R.Erdogan hinek ji ser xwe ve çû û weke bi rastî xwe mirovekî mezin dît û gelek gavên ji xwe mezintir avêt.
Lê ji vê serxweçûyîn û serxweşiya wî, ji alîkî ve Îsraîl hêrs bû û lez da dijberiya wî, ji aliyê din ve û bi giranî jî yên proje dabûn dest wî, ji wî nerihet bûn. Erê dibe ku patronê wî, li gorî plana wan, dixwest di nava dewlet û welatên îslamî de hinek mezin were dîtin, da ku karibe wê rola xwe ya ku jê dihat xwestin bêqûsir bilîze. Lê wisa diyar bû ku hinekî zêde çû.
Jixwe jê re hatibû gotin, ‘tu serokê 2’yemîn ê Projeya Mezin a Rojhilata Navin î!’ û xwedêgiravî ew ê di nava şaristaniyan de lihevhatinê ava bikin û heta di dîzayna sedsala 21’emîn de ew ê jî xwedî rol û xwedî par be. Lê ya rast; berovajî vê hevokê bû.
Karê wê yê bingehîn; piştî ku lingê wî hinek erd girt, diviya êdî ne LIHEVHATIN, belê karê wî, LIHEVXISTIN-LIHEVDAN be! Divê her devera ku jê hate xwestin, biçe li wê deverê şer û pevçûnê derxe û gûr bike.
Ev kar hêj dema Afganistanê û piştî wê li Iraqê diviya bi kiryarî destpê bikira. Lê em bînin bîra xwe, wê demê dibe ku ji her alî ve amadekariyên temam çênebû bû û lewma li meclisa tirkan jî ev biryar nehat pejirandin. Ew tezkera 1’ê Adarê ya bi navûdeng a ku hatina leşkerê DYE’yê red kir. Wê demê hema hema tu nema bû ku navbera R.Erdogan û Buch têk biçe. R.Erdogan, wê wextê çû xwe avêt bextê Îsraîl, heta karibû navbera xwe dîsa sererast kirin. Ji ber vê hinek dibêjin, nakokiyên dijwar ên navbera R.Erdogan û Îsraîl jî, ne ji dil in, senaryoyê ji bo xapandina gelan e!
Belê ji ber, naveroka Projeya Rojhilata Navîn a Mezin, êdî gav bi gav R.Erdogan, êdî berê xwe da ku şer û pevçûnê destpê bike; Iraq, Sûriye, Lîbya, Somalî, Yemen û hat heta Qerebaxa Azerbeycan û Ermenistanê. Heta niha tê gotin ku bişînin ‘hewara tirkên Uygurê’, belê armanc; şerê li dijî Çînê ye! Û ji bo vî karî jî Partiya Îslamiya Tirkistana Rojhilat amade dike.
Hinek nivîskaran jî nivisandine ku R.Erdogan, ji bo hinek çeteyên xwe yên di dest wî de mane, bişîne Keşmîrê jî, ketiye nava amadekariyan. Helbet ev ne tiştekî ecêb e ji bo wî. Jixwe weke hat gotin, ev ji cewherê karê wî ye ku şer û pevçûnê derxe yan jî li cihekî şer hebe ew biçe hîn gûrtir bike.
Li gel van bûyerên ewqas nakok, em yekê din jî bînin bîra xwe; A.Davudoglu, wê demê digot ‘ji bo polîtîkaya derve sifir pirsgrêk’, bi taybetî jî, ji bo dewletên cîran ev şîar pirtir bi kar dianî. Lê em bala xwe didinê, ne A.Davudoglu ma û ne jî gotinên wî, li cem R.Erdogan û siyaseta wî maye! Şûna sifir problem, sifir lihevhatin, sifir aşbûn, pir problem cih girtiye.
Wisa tê xuyakirin, piştî ketina Trump, ketina wî jî tê ber çavê wî û êdî nema dikare aram bi fikir e û mentiqî biaxive. Weke sergêja lêhatiye. Berî çend rojan digot, “em ê hewl bidin bi Biden re û bi Ewropayê re kar bikin û hwd.” lê pêr dema ket ser rêya Azerbeycanê, hema hema berovajî van gotinan peyîvî.
Li gor saloxan, balyozê xwe yê Tokyoyê Murat Mercan, ji nişka ve kişand Washintonê, ji bo ku navbera xwe û rêvêberiya nû ya Amerîkayê baş bike, ev guheztin pêk anî. Ji ber ku ev kes û hinek kesên din ên niha nêzî R.Erdogan in, weke Canikli û hwd. her niha jî, li gel Fethullah Gulen xwedî peywendî ne.
Belê ger mirov piralî bûyeran tîne cem hev, êdî serweriya R.T.Erdogan ji her alî ve nayê qebûlkirin û ew ‘tenê ya bi nirx’ êdî xelas bûye. Pirsgrêk, tenê ne bi guhertine kesan ve girêdayî ye. Bêgûman rola kesan jî di guhertina siyasetên dewletan de heye lê wisa diyar dibe ku êdî ne bi tenê kes, her wiha dewleta kûr a DYE jî, ev kes ji çavê xwe derxistiye. Jixwe yê Biden anîne ser serweriyê jî heman dewleta kûr e.
Eger heta niha ev hiştin li ser desthilatiyê, ji ber ku alternatîfekî ji wî jêhatîtir nedîtibûn. Dibe ku niha dîtibin!
Weke her car, divê em ji aliyê doza xwe ya rizgarî û azadî û aramiya jiyana gelê xwe ve nêzî mijar û kiryara bibin. Li gel derbeyên giran, destkeftiyên me yên mezin jî hene. Eger kurd bi zanebûn û wêrektir tevbigerin, zemînê parastin û pêşkeftinê ji bo gelê me bextewartir dibe.