Navenda Nûçeyan
Her ku diçe şert û mercên xebatê yên karkerên çandiyê yên demsalî girantir dibin. Ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) şertên karkeran zêdetir zor û zehmet bûne. Karkerên di nava van şert û mercên giran de dixebitin, neçarin bi mûçeyek kêm bêyî ku tu ewlekariyeke wan a tenduristiyê hebe bixebitin. Karkerên di berbanga sibê re şiyar dibin, berî ku taştêya xwe bixwin, berê xwe didin nava zevî û baxçeyên lê dixebitin. Karker ji serê sibê dest bi xebatê dikin heya rojava dixebitin.
Karkerên çandiyê yên demsalî yên li navçeya Soke ya Aydinê zeytûnan kom dikin, zor û zehmehtiyên dijîn vegotin û dan zanîn ku heq û keda wan tê xwarin. Karkeran, diyar kirin ku ew saet 05.00’ê sibê dest bi rojê dikin û heya saet 17.30 êvarê jî dixebitin. Karkeran, dan zanîn ku ligel vê ked û zehmetiya wan jî, rojê yewmiya wan di navbera 80 TL û 120 TL’an tê guhertin.
Ji 16 saliya xwe ve dixebite
Karkera çandiniyê Aynûr Pûrçû (37) a li Taxa Ataturkê dijî, ji 16 saliya xwe ve di karên çandiniyê de di xebite. Pûrçû, diyar kir ku ew bi kurê xwe yê ker û keça xwe re her sal tên zeytûnan kom dikin û wiha axivî: “Havînê em di zeviyên firîng, çîlek û penbû de dixetibin. Zivîstanê jî, em di zeviyên zeytûn, xes û mandalinan de dixebitin. Em bi vî awayî debara xwe dikin.”
Mûçeyên jinan kêmtirin
Pûrçû, bal kişan ser zoriyên dijîn û wiha bilêv kir: “Em beyî ku bêjin, sir û serma, berf û baran, em daîmî dixebitin. Li ku derê xebateke çandiniyê hebe, em jî li wê derê ne. Em karkerên çandiniyê yên jin, her tim ji zilaman kêmtir mûçe digirin. Mînak em jin zeytûnan kom dikin, dixin kase û kîsan. Dîsa di karên herî zor û zehmet de em jin dixebitin. Lê yewmiya zilam 120 TL ye û ya me jinan 80 TL ye. Em tu wateyê nadin vê newekheviyê, lê em mecbûrin jî bixebitin. Ger em vî karî nekin emê birçî bimînin.”
‘Ma em ê derdê xwe ji kî re bêjin’
Vedat Pûrçû yê 45 jî, anî ziman ku ji ber sedemên aboriyê, ew neçarin ku ji Çanakkaleyê bên navçeya Soke ya Adyinê bixebitin û wiha axivî: “Em bi xizmên xwe re di zeviyên zeytûnan de dixebitin. Dema em di zeviyan dixebitin, em bi derfetên xwe pêdiviyên xwe yên xwarinê û rê pêşwazî dikin. Çi dema karê firîngiyan li Manîsayê xelas dibe em berê xwe didin Soke yê. Em li vê derê zeytûnan kom dikin. Ji bo ku em debara xwe bikin, em neçarin ku di zeviyan de bixebitin. Dema ku em dixebitin jî tu ewlekariya canê me tuneye. Her sal, bi sedan karkerên çandiniyê, li ser rêyan di qezayan de jiyana xwe ji dest didin. Kes pirsa mafê wan nake. Dibe ku em jî her kêlî ji darên zeytûnan bikevin û jiyana xwe ji dest bidin. Di rojên derbasbûyî de hevalekê me ji dara zeytûnê ket û ji pişta xwe seqet ma. Dibe ku felç bimîne. Yanî tu ewlekariya tenduristiya me tuneye. Tu girîngî û nirxê karkeran tuneye. Rewşa Tirkiyeyê li holê ye, ma emê li gel kî giliyê kî bikin. Gelo emê derdê xwe ji kî re vebêjin. Çi dema ku çapemenî, yan jî medyayek bê me bikêşe, wê demê em derdê xwe dibêjin. Em bi zikê tije her roj dixebitin.”