Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Karayilan: Dê hesabê hemûyan bê pirsîn

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan diyar kir ku dewleta tirk li gel şerê vekirî, ji tecawizê heta kuştinê bi siyaseta nihadperestiyê şerê taybet dimeşîne û got ku dê hesabê hemûyan bê pirsîn

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên Radyoya Dengê Welat.

Karayilan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha got: “Pêngava ‘Dema azadiyê’ pêngaveke girîng e. Êdî dema azadiya Rêber Apo û Kurdistanê hatiye. Bêguman ev yek ji ber xwe ve pêk nayê, pêwîstî bi têkoşîneke girîng û mezin heye. Şert û mercên vê demê jî ji bo têkoşîneke berfireh girîng e. Rabûna li ber tecrîdê tê wateya têkoşîna li dijî faşîzmê. Heta ku Rêber Apo azad nebe ne şer diqede, ne gelê kurd azad dibe, ne jî Tirkiye demokratîk dibe. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo meseleyeke aştî û azadiya gelan e, meseleyeke demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê her kes di çarçoveya azadiya Rêber Apo de tevbigere. Ji bo li Tirkiyeyê pêşî li azadî, demokrasî û mafên mirovan vebe, divê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê ku veguheriye girêkeke kor ji holê bê rakirin. Di vê çarçoveyê de pêvajoya pêngavî û kampanyayên di vê demê de pêk tên girîng in. Hevalên li zindanan dest pê kirine.”

Di axaftina xwe de Karayilan diyar kir ku armanca sereke ya berxwedana li zindanan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha domand: “Lê belê azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya dîlgirtiyan hemûyan, tê wateya azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê. Lewma azadiya Rêber Apo hemûyan vedihewîne nava xwe. Lewma çalakiya hevrêyên li zindanan gelekî watedar û girîng e.”

Karayilan anî ziman ku di vê mijarê de berpirsyariya yên li derve heye û pêwîst e şert û mercên têkoşînê û şoreşê biafirînin û wiha domand: “Di vir de helwesta gelê me girîng e. Malbatên girtiyan, mirovên me yên welatparêz û saziyên demokratîk, divê her kes bi xurtî li dora bexwedana zindanan bicivin. Yanî çalakger û gelê me divê hîn bi xurtî xwedî li hev derkevin. Dem demeke bi vî rengî ye. Eger bi vî rengî bibe hingî em ê karibin vê pêvajoya pêngavê bi ser bixînin û encamên girîng bi dest bixin. Ji xwe berxwedan jî tenê bi vî rengî dikare bi ser bê xistin.”

Salvegera 5’emîn a Berxwedana Xwerêveberiyê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera 5’emîn a berxwedana xwerêveberiyê ev nirxandin kir: “Di serî de li Sûr, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Hezex, Silopiya û gelek bajarên din wê demê lehengiyên mezin rû dan; destan hatin nivîsandin. Di şexsê Çiyager, Zeryan, Xebatkar, Mehmet Tûnç, Rûken, Axîn, Çeko û Îslaman de şehîdên vê pêvajoya dîrokî hemûyan bi bîr tînin û soza ku me dane van lehengan dubare dikin. Xeta ku wan danîne, berxwedana wan wê ji bo me timî bibe perspektîfeke bingehîn; em ê bi mezinkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xwedî li bîranînên wan derkevin. Bi berxwedana xwe ya dîrokî di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de rûpelekî nû vekirin. Divê ev rûpel rast bê xwendin, ji ber ku hîn jî hin kes û hêz vê rûpelê nikarin rast bixwînin.”

Karayilan bi bîr xist ku 60 ciwanên leheng li nava Amedê bi pêşengiya Çiyageran 103 rojan bi berxwedaneke dîrokî destan nivîsandin, heman tişt li Cizîrê, Şirnexê, Geverê, Nisêbînê, Hezexê jî bûye û ev tişt anî ziman: “Ev berxwedan beriya her tiştî li dijî Plana Têkbirinê bû. Eger ne ji vê berxwedanê bûya, li tevahiya Kurdistanê wê tiştên hîn girantir bihata serê gelê me. Ev berxwedan li pêşiya vê planê bû asteng. Plan têk bir. Li Cizîr, Şirnex, Sûr û bajarên din dijmin bi ser neket. Berevajî ya ku bi ser ket û encam wergirt ev berxwedana dîrokî ye. Xwestin ku civaka me li wan deveran teslîm bigirin, lê belê bi saya vê berxwedanê planên wan pûç bûn. Nekarîn çokê li kesî bitewînin. Ruhê berxwedanê li nava civakê hate çandin. Ji hingî ve 5 sal in dijmin hewl dide, kolan hemû bi leşkeran dagirtiye, her wiha Sûr bi temamî xera kirini ketin û derketin qedexe kirin; hîn jî li gelek taxên Nisêbînê ketin û derketin qedexe ye lê belê nekarîn gelê me teslîm bigirin. Yanî me şehîd dan, destanên lehengiyê hatin nivîsandin, lê belê plana dijmin jî bi vê berxwedanê pûç bû. Ev gelekî watedar e. Yanî ev berxwedan şeref û rûmeta gelê kurd e. Paşeroja gelê kurd e. Kurd zelal kiriye. Nîşan da ku paşeroja gelê kurd tenê bi berxwedanê dibe.”

Divê her kes têbikoş e

Karayilan di dewama axaftina xwe de peymana Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê jî nirxand û ev tişt parve kir: “Nêzîkatiya dewleta tirk a li xweseriya kurdan li her cihî wekhev e. Li Şengalê jî bi vî rengî ye. Naxwaze civaka êzidî xweser bibe. Xweserî di qanûnên Iraq a federal de heye. Yanî tişta ku êzidî dixwazin ji bilî qanûnên Iraqê ne tiştekî cuda ye. Dewleta tirk li her cihî li dijî xweseriya kurdan e. Li ku li ber radibe, dibêje ‘Ev PKK’î ne, lewma li dij im’. Halbûkî rastî ne bi vî rengî ye. Gelê kurd statuyê dixwaze, dixwaze xweser bibe. Mînak; civaka êzidî her tim ji aliyê îslamê ve hatiye eciqandin; kes xwedî lê derneketiye. Mafê rewa yê civaka êzidî ye ku bibe xwedî hêzeke xwe, xwe biparêze û birêve bibe. Di vê mijarê de ne tenê pêşengên siyasî yên êzidiyan her wiha divê pêşengên wan ên olî û civakî jî têbikoşin. Ew niha bêdeng in. Lê belê divê gelê Şengalê di çarçoveya qanûnên Iraqê û hikûmeta Kurdistanê ya Federal de xweser bibe, divê karibe xwe biparêze û bi rê ve bibe. Ev yek rewa ye. Ji ber ku dewleta tirk li dijî vê ye û di vê mijarê de zextê dike, Bexdayê û Hewlêrê di nava xwe de peymanek çêkirin û bi ser gelê Şengalê ve diçe.

Di vir de hikûmeta Iraqê ya bi pêşengiya Kazimî nekarî sekneke bi îrade nîşan bide. Eger sekneke bi îrade nîşan bida wê ji Tirkiyeyê re bigota ‘Çi karê te li welatê min heye; ez ê vê yekê li gorî xwe, li gorî qanûnên xwe binirxînim’. Ya rast, bi rengekî bêîrade nêzîk bû. Li pêşiya wî gelek pirsgirêk hene ku divê bên çareserkirin. Li şûna ku giraniyê bide ser wan, bi ser Şengalê re dixwaze serketinekê bi dest bixe. Jixwe Kazimî dibêje ku pêwîstiya wî bi serketinekê heye û li ser vê bingehê 10 hezar leşker şand Şengalê. Yanî dixwaze di ser civaka êzidî ya ji fermanê rizgar bûye serketinê bi dest bixe.

Di vir de aliyê kurdan jî heye. Gelo di vê peymanê de çi berjewendiyeke gelê kurd heye? Yanî di kîjan xala vê peymanê de têkoşîna kurdayetiyê bi pêş dixe! Berovajî, dixwazin xweseriya kurdên êzidî ji destê wan bigirin. Armanca vê peymanê ev e. Yanî di vê peymanê de tu berjewendiya kurdan nîne. Ji tevlibûna PDK’ê ya li vê peymanê wateyeke wiha aşkera dibe; ‘eger ez di nava tiştekî de tune bim, çi dibe bila bibe divê ew tişt tune bibe’. Gelo ji bilî vê nêzîkatiyê bi kîjan armancê tev li bûye! Di vê peymanê de hem tu berjewendiya kurdan nîne, hem jî destketiyên kurdan hemûyan ên li wê derê radestî hikûmeta federal dike. Yanî li dijî xweseriya civaka êzidî li hev kirine. Hewldaneke bi vî rengî heye. Ev yek rast nîne. Lewma siyaseta Iraqê û gelek saziyên dewletê yên Iraqê ev peyman nepejirandiye.”

‘Li Kurdistanê dijmin bi rêbazên şerê taybet êrîşî civaka Kurdistanê dike’

Têkildarî bûyerên destavêtinê, komkujî û binpêkirina mafên mirovan ên li bakurê Kurdistanê ku bi destê hêzên dewleta tirk ve tên kirin Karayilan ev nirxandin kir: “Li Kurdistanê dijmin ne tenê êrîşî gerîla û çalakgerên siyasî dike. Di heman demê de bi rêbazên şerê taybet êrîşî civaka Kurdistanê dike. Di nava civaka kurd de bi taybetî jin û ciwan hedefên sereke ne. Dijmin ji bo têkbirina civaka me; dixwaze ku civak li ber xwe nede, teslîm bibe û bihele. Ji bo vê jî planên şerê psîkolojîk ê taybet dike. Li dijî vê polîtîkayê, Tevgera Jinên Azad bi şiyara ‘Em xwe diparêzin’ helwesteke xweparastinê nîşan da. Ev yek gelekî girîng û watedar e.”

‘Çawişên pispor ger kurd bin xayîn in, ger tirk bin mêtinger in’

Têkildarî hovîtiya tecawizê ya li Kercewsê jî Karayilan ev tişt anî ziman: “Bûyera tecawizê ya li Kercewsê ku di çapemeniyê de deng veda, hovîtî ye. Beriya her titşî ji vê bûyerê jî tê fêhmkirin ku kiryarên sereke yên van bûyeran çawişên pispor in. Aşkera ye ku dewlet ne tenê ji bo şer bikin maeşan didin van çawişên pispor. Di heman demê de ji bo bi şeref, rûmet û namûsa gelê kurd bilîzin, ji bo qirêj bikin û civakê ji hev bixe, çawişên pispor wezîfedar kirine. Lewma bang li gelê kurd, ciwan û keçên kurd dikim: li dijî van çawişên pispor hişyar bin; ev mirovên ji rêzê nînin; namerd in. Eger kurd bin hingî xayîn in, ger tirk bin hingî nûnerên mêtingeriyê ne. Divê ew di nava civakê de bên teşhîrkirin û tecrîdkirin. Li pey pereyan e. Ji bo xwînê birijînin, ji bo bi rûmeta civaka kurd bilîzin pereyan digirin. Gelê me divê li dijî vê hişyar be û li ber wan rabin.”

Karayilan bal kişand ser bêdengiya civakê ya li dijî van kiryaran û wiha got: “Divê bêdeng nebin. Tevgera Jinan heta astekê têdikoşe lê belê divê civak bi temamî têbikoşe û nerazîbûnê nîşan bide. Divê her kes zanibe ku tu nûnerê mêtingeriya tirk bi tu awayî bi durustî nêzî ciwanên kurd nabin. Çi jin çi jî mêr bin, ew timî dixwazin ciwanên kurd têk bibin. Dixwazin wan bikin sîxur û bixebitînin. Bi destavêtinê hewl didin ku ji civaka exlaqî bixînin û ji rêya rast dûr bixin.”

Karayilan destnîşan kir ku niha li Tirkiyeyê ji rejîma Apartheîdê zêdetir nijadperestî tê kirin û ev tişt diyar kir: “Kengî kurdek tê kuştin, tu dibîne ku destpêkê daxuyaniyekê didin, hewl didin rastiyan berevajî bikin, piştre jî bûyerê dinixumînin. Mirovên me ji helîkpoterê tên avêtin lê tu dibîne kesê ku xwedî sifeta wezîrê vê yekê li meclisê diparêze. Yanî mirovên me ji helîkopterê diavêjin, hovîtiyê dikin û vê hovîtiyê jî rewa nîşan didin.”

‘Dê hesabê van hemûyan bê pirsîn’

Di berdewamê de Karayilan diyar kir ku dewleta tirk li Kurdistanê siyaseta nijadperestiyê dimeşîne, bi rêbazên cuda ser van bûyeran dinixumîne û wiha pêde çû: “Wê hesabê van hemûyan bê pirsîn. PKK ji ber vê yekê dest bi têkoşînê kir. PKK ji bo hilanîna tola tiştên bi vî rengî heye. Divê gelê me bi vê zanibe. Em ê li hemberî van kiryarên dijmin bêdeng nemînin, em hesabê wê dipirsin û hîn jî bipirsin.”

Karayilan destnîşan kir ku PKK ji bo hesabê dîrokî ji mêtingeriya tirk bipirse dest bi têkoşînê kir û ev têkoşîn têkoşîneke hesabpirsînê, edaletê û pêkanîna azadiyê ye.

Di sala 2021’an de dê têkoşîn xurtir bibe

Her wiha Karayilan diyar kir ku ew dixwazin di sala 2021’an de gerîlayên serdemê bi her awayî bixin meriyetê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sala 2021’an sala 43’yemîn a partiya me ye. Sala 43’yemîn ji bo têkoşîna me dê nebe saleke normal. Bûyerên ku diqewimin ji niha ve nîşan didin ku wê bibe saleke awarte û girîng. Biryardariya me xurt e ku bi hêza ji şehîdan wergirtî vê sala xwe ya têkoşînê bikin saleke pêşketinê.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar