Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

3 sal in DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê

Cenazeyê endama HPG'ê Mercan Erkol a di 2017'an de li Pasûra Amedê di şer de şehîd bibû, 3 sal berê testa DNA’yê diyar bû lê hê jî cenaze nadin malbatê

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Ji Bo Kesên Li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) der têkildarî cenazeyê endama HPG’ê Mercan Erkol (Bêrîtan Tolhildan) a di 16’ê Mijdara 2017’an de li çoltera navçeya Pasûrê ya Amedê di şer de şehîd bû, daxuyanî da. Rêveberên MEBYA-DER’ê li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezanê daxuyanî da.

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag axivî û diyar kir ku perçeyek be jî malbat dixwazin cenazeyê xwe bigirin. Karadag da zanîn malbata Erkol a ku kuştina keça xwe ji televîzyonê bihîst, ji bo cenaze bigirin gelek caran hatin Amedê û ev tişt anî ziman: “Piştî mirinê malbat Erkol hat Amedê serî li Serdozgeriya Amedê dan. Dûre bi pêjirandina Fermandariya Cendermeyan a Bajêr li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê, ji bo testa DNA’yê xwîn dan. Di tîrmeha 2019’an de Fermandariya Cendermeyan a Bajêr li malbatê geriyan ku werin cenazeyê xwe bigirin. Bav Erkol û leşker çûn Goristana Yenîkoyê lê goreke ku sê cenazeyên bi perçe re rûbirû man.”

Sê cenazeyên perçekirî

Karadag destnîşan kir ku ji ber sê cenazeyên perçekirî di gorekê de bûn leşkeran bi fermana dozger cenaze nedan malbata Erkol û wiha got: “Dozgeriyê ji malbatê re gotibû ku piştî DNA ya cenazeyan hev girtin dê cenazeyan ji hev cuda bikin û teslîmî malbatê bikin. Lê li gel salek borî jî hêj cenaze teslîmî malbatê nekirine.”

Nirxan tune dihesibînin

Karadag da zanîn ku malbata Erkol a ku li Wanê dijî ji bo ku cenazeyê xwe bigirin gelek caran hatine Amedê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wergirtina cenaze ji bo malbatê bûye îşkenceyeke sîstematîk. Her malbat xwedî mafê herî rewa û xwezayî ye ku cenazeyê xwe bigirin. 3 sal in cenaze nadin. Ev nenasîna nirxên mirovî ye. Civaka ku ji bo definkirina cenaze rojekê nasekine, 3 sal in li benda wergirtina cenaze ne. Di vê pêvajoya ku teknîk evqas pêşketiye û di nava çend saetan de encama DNA’yê diyar dibe de nedayîna cenaze nayê qebûlkirin. Divê wijdan bi vê yekê biêşin.”

Her wiha Karadag , diyar kir ku cenaze yek perçe be jî divê cenaze teslîmî malbatan bikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar