Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Peyama nameyên Mehmet Tunç

Gelê Cizîrê li dijî êrîşan li ber xwe da û şer kir. Yek ji berxwedêrên Cizîrê jî hevserokê Meclisa Gel Mehmet Tunç e. Mehmet Tunç dema li girtîgehê û piştî berxwedana Cizîrê nameyên ku nivîsandibûn hatine çapkirin

Di ser berxwedana xwerêveberiyê re 5 sal derbas bûn. Gelê kurd di sala 2015-16’an de li 16 bajarên herêmê bi daxuyaniyan Xweseriya Demokratîk îlan kirin. Lê walîtiyan ragihandina qedexeya derketina derve îlan kir û bi vê yekê re hêzên polîsên taybet û cendirmeyên taybet bi tang û topan êrîş kirin. Bi hefte û mehan li ser serê bajaran leşker û polîsan bi tang û topan gule û bombe barandin. Tîmên taybet bajar dorpêç kirin. Hêzên eskerî, bajar bê av û ceyran hiştin. Di wê pêvajoyê de di encama topbaran û gulebaranê de pitîk, zarok û kal jî di nav de bi sedan kes hatin kuştin. Bi hezaran kes jî birîndar bûn. Li Cizîrê dema operasyonên hêzên çekdar de bi sedan mirov di jêrzemînan de hatin kuştin. Gel gav paşve neavêt û li dijî êrîşan li ber xwe da. Yek ji berxwedêrê Cizîrê jî hevserokê Meclisa Gel Mehmet Tunç bû. Mehmet Tunç bi têkoşîna xwe di berxwedana Kurdistanê de rûpelên nû vekir. Tunç ê ku bi berxwedana xwe di dilê gelê Cizîrê de cihê xwe girt, hê jî li taxên Cûdî, Sûr, Nur û Yafesê dijî. Nameyên ku Mehmet Tunç dema li girtîgehê û piştî berxwedana Cizîrê nivîsandibûn hatin çapkirin. Li gel nêzîkbûna salvegera qedexeyan, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut çend nameyên ku Mehmet Tunç piştî berxwedana pey xwe hiştin berhev kirin.

Mehmet Tunç di her nameya xwe de qala xwe birêxistinkirinê, cûreyên berxwedanê û xweparastinê dike. Di heman demê de di her nameya xwe de gel vedixwe berxwedanê. Lehengê berxwedana bajarê Cizîrê Mehmet Tunç, di nameyên xwe de berxwedana Cizîrê roj bi roj wiha vedibêje:

“Em îro dikevin 26’emîn roja berxwedana Cizîrê. Êrîşên dewletê yên topyekûn didomin. Bi taybet di çapemeniya xwe de jî ku tînin ziman, bi deh hezar leşker, komandoyên SAT, tank û topan, hemû teknîka sedsala 21’emîn li dijî Cizîrê dest bi êrîşan kir. Di roja 15’emîn a berxwedanê de wan bi xwe jî îtîraf kirin ku li hemberî berxwedana Cizîrê têk çûne. Lewma dixwazin hêrsa xwe û têkçûyîna xwe ji gel derxin. Bi taybet ji ber pêşengên vê berxwedanê jin in, jinan hedef digirin. Di aliyê dewletê de pêşketin tune ye.”

“…Em niha di 37’emîn roja berxwedanê de ne. Mirov nizane ji vê deqeyê û şûnde wê çibibe. Em li ber xwe didin. Me xwest em ji gelê Botanê, gelê bi salan e, tê perçiqandin re tiştekî bikin. Hêviyên me hene. Tevgera Azadiya Kurd ji sala 1977’an ve şerekî demdirêj dimeşîne. Al bi al çawa ku Mazlûman di girtîgeha Amedê de dewrî Egîdên li Gabarê kirin, wan jî dewrî yên din kirin û heta gihişt me. Ew mîsyona ku em niha li Cizîrê dilîzin ev e. Ji bo zarokên pêşeroja me ne, em li ber xwe didin. Em dixwazin jiyana heyî bê guhertin. Nahêlin mirov weke dixwazin li gund û bajarên xwe bijin. Lewma em dibêjin muhacirtî êdî bes e. Divê êdî baweriya tu kesî bi vê dewletê neyê. Çawa gelê ermenî, asûrî û keldanî tune kirin, dixwazin kurdan jî tune bikin. Ji vê dewletê hêvî qut bûne. Hêrs, kîn û nefreteke ciwanên kurd li hemberî vê dewleyê çêbûye. Sala bihûrî min digot, ‘ Em wek kesên lîberal xuya dikin. Lewma ez bawer im ciwanên piştî me bên wê vê kîn û hêrsê bilindtir bikin.’ Çawa bapîr û bavên me hinekî sist bûn û me hinekî şidand, ên piştî me bên jî wê muheqeq xurttir bikin. Ji nû ve çîroka berxwedanê tê nivîsandin. Di hişê gelekî hatiye jibîrkirin de li pey rojê ji vejînê ber bi rizgariyê pirek tê avakirin. Ez hemû hevalan silav dikim.”

Mehmet Tunç di nameyek xwe yan din de wiha dibêje: “Pergala kapîtalîst û felsefeya lîberalîzmê em ji însaniyetiyê derxistine û bi dilopek wê xwînê jî kirîne ‘Civakeke bêdeng’ û kirine şirîkên gunehên xwe. Eger em hevpar bûna, ma me digot me çi jê ye?”

Di nav nameyên ku Mehmet Tunç pey xwe hiştî de ev helbest hatiye nivîsandin.

EZ HEME

Ey kor bibe çavên te dinya

Barana li ser axa min birin

Û çermê min ziwa kirin

Û doz ji dozê tune kirin

Ez çawa dengê xwe nekim

Çîngeçînga şûşeyên sar

Evîn ser jê kirin

Ken bi girî kirin

Ez çawa dengê xwe nekim

Şkêr û zêvî bi hestiyan tijî kirin

Ez çawa dengê nekim

Mirovan dikin gorê û mirovatiya pîroz

Ji vê dinyayê koçber dikin

Dê bila biaxivin

Kelepçeyên destbir

Çend sal in beriya ku kes bi min re bijî ez hevlatiyekê bi nivîska xwe re dikim

Şeveke şiyar bûme

Di ber dengê Mazlûman

Di careke de ez bêjim

Eger tenê ji bo

Wan qehremanên dîroka me be

Û eger tenê ji bo

Wê dayika pîrbûyî ku heta niha

Kur wê nas nake

Û eger tenê ji bo wan hesretên kêfxerab

Û pakrewanan be

Ez ê bêjim ez heme

Mehmet Tunç di nameyek xwe de wiha dibêje: “Dibe ku em qet nebînin mîna yên beriya me azadiyê. Lê em di oxira wî de şer dikin, dikevin zindanan. Lê em dizanin ku wê bi me re di siberojan de bikenin, zarokên welatê min…”

Axaftina Mehmet Tunç a herî dawî ev bû: “Divê hemû gelê kurd vê baş bizane. Berxwedan li Botanê divê bibe meseleya rûmetê ya gelê kurd. Ger ev meseleya rûmetê ya gelê kurd be, ger ev ciwan, gel li pişt barîqatan rûmeta wan diparêze, divê gelê kurd ê li derve jî vê zanibin. Em niha bêjin, eger Botan bikeve wê ev şer bi dawî bibe? Ez qet ne bawer im. Eger hikûmeta AKP’ê Botanê bixîne, wê nehelê parlementer, şaredar, endamên meclisê li ser kursiyên xwe bimînin. Niha li Cizîrê polîtikayeke qirkirinê tê meşandin. Çawa di serhildanên din de polîtîkayeke hat pêşxistin a li Cizîrê tê kirin jî ev e. Di roja me de hin mirov bi sedema hewa sar e, meşekê li dar naxin. Hin mirov bi sedema wê bên girtin, daxuyaniyeke çapemeniyê li dar naxin. Divê mirov xwedî rûmet û şeref be. Dema şeref û rûmet diçe, mirov dibe kole. Ya di roja me de bi taybet li bakurê Kurdistanê tê kirin, tevgera dagirkirinê ye. Bi balafir, tang û topan vê dikin. Lewma eger gelê kıurd wê rabe ser pêyan divê niha rabe ser pêyan. Piştî em mirin bila kesek neyê ser me, bila kesek neyê li zarokên me nenihêre. Kes, malên me, pace û deriyên me tamîr neke. Alîkarî, nizanim çi bila neşînin. Piştî berxwedan şikest bila kes li qisûrê nenihêre bila kes neyê.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar