Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Qralek li qesrê’

Çend sal berê li ser vê axê hunermendekî bi navê Bariş Akarsu hebû. Di karê xwe yê muzîkê de gihaştibû cihekî baş. Di klîbeke xwe de, behsa pêwendiya qesrê-qral dikir. Heke Bariş Akarsu di qezaya trafîkê de wefat nekiribûya, îhtîmaleke mezin niha ew ê jî li ber deriyên mehkemeyan û di zindanan de bûya.

Ji qewlê Bariş Akarsu ve niha qralek di qesrê de rûniştiye û Tirkiyeyê ‘bi rê ve dibe.’

Bi giştî tişta ku dixwazin di nav civakê de biafirînin…? Li gor vê: dewlet ew tişt e ku, ‘di ser civakê re ye’, ji bo her kesî yek e, hevsengdar e û hwd. Ê ku dewletê bi rê ve dibe wek hevsengdar û kesê hewla vê yekê dide tê qebûlkirin. Ev nêrîn li ser civaka Anatolyayê hem wek dewlet û rêvebirê dewletê veguheriye ‘bav’. Ji Osmaniyan heta roja me li vê erdnîgariyê ‘dewlet’, ‘qral’ an jî ‘siltan’ bûn îro jî yê li ser dewletê ye xwe wek ‘bav’ dide qebûlkirin.

Heke dewlet ‘bav’ be yê li ser dewletê be jî ne kêmî wî ye. Ji wî re jî dibêjin ‘bav’. Piştî ku ev nêrîn hat qebûlkirin ku em bi rastiya ‘bila dewlet dewletiya xwe, rêveberiya xwe… bizanibe’ tevbigerin divê em bibêjin ku bila dewlet jî bavtiya xwe zanibe û vê helwestê nîşanî kesên di bin rêveberiya wan de ye bide.

Helbet ev jî xapandin e. Ji bo civak, dewlet û yên dewletê bi rê ve didin qebûl bike, bi berevajîkirinê hişmendiyeke li gorî xwe saz dikin. Ev rêbazeke wisa ye. Bi gotineke din,  li ser erdê hewldana sazkirina sûretê xwedayê li asîman e yê wek bav tê hesibandin. Di serdema navîn a împaratoriyan de, wesfên wiha dane qral, mîr û hwd. ên li ser dewletan bûne.

Di doktrîna Konfîçtus de gotinên mîna, ‘Hemwelatî: Divê ji hikumdar re îtaetê bike…’ hene ku ev gotin ji vê hişmendiya dixwazin ava bikin cuda ne. Berevajiyê wan xwedî nêrîneke rexnegir e. Dewlet, desthilatê û mêtina jin-xweza pîroz nake. Ji diyalogên di navbera wî û xwendekarên wî de jî tê fêmkirin, di civakê de her kes bi rola xwe radibe, berpirsiyarî û peywira xwe tîne cih, di nav jiyaneke bi rêzgirtin û hezkirineke li beramberî hev de, wekhevî û edalet tê parastin.

Di rastiyê de ev destnîşankirin, bi gotinan tiştên hatine gotin, rexne û nirxandinên civakê ne li dewlet û rêveberiya wê. Bi vî awayî jî di bîra civakê de bi cih û biwate bûye. Ev nirxandin û destnîşankirin, beriya şaristaniya dewletî û çînî, xweziya bi serdema têkilî û rêveberiya dayiktî û civakî ne. Her wiha rexne û helwesta li hemberî têkiliyên dewletî, serwerî û mêtina xweza-çînî ye.

Dema em vana bidin ber hev, hewldana bincilkirina rexne û lidijderketina civakê û ferzkirina hişmendiya dewlet û ‘bav’ ê wê bi rê ve dibe, ne pêkan e ku dewleta TC’ê ya serokê wê R.T Erdogan e bi ‘baş’î bê dîtin û pênasekirin. Heta gotina ‘xirab’iyê jî têr nake; ‘yê herî xirab’, ‘pir xirab’, ‘berbad’ û gotinên di ser van re jî dikarin bên bikaranîn. Civakên li Anatolyayê dijîn, rastiya dewleta TC’ê ya bi Erdogan tê temsîlkirin, encax bi vî awayî dikarin pênase bikin.

TC’ya bi serokatiya R.T Erdogan, heft pihînan li şûna kevneşopiya hemû awayên dewletê xistiye ku ji Sumeran heta roja me ya îro hatiye. Di rewşa heyî de dewleta heyî naşibe -ji dewletbûnê wêdetir- tiştekî. Pergala siyasî ya wek ‘dewlet’ê tê binavkirin, bi awayê xwe yê klasîk ne xwedî saziyan e. Dewleta niha bi tevahî derxistine derveyî sazîbûn û hevsengiya xwe û hepsî odeyên ‘qesra’ Enqere-Beştepeyê hatiye kirin. Li wê qesrê, dewlet ji aliyê R.T Erdogan û malbata wî, cîgirê wî Fuata Oktay, berdevkê wî Ibrahîm Kalin, serokê ragihandinê Fahrettin Altun ve tê birêvebirin. Biryar di vê qesrê tê dayîn û ragihandin. Ji bo şopandina bicihanîna van biryaran jî bi dehhezaran mirovên biçek-bêçek ên kirêkirî tên bikaranîn.

Dema Erdogan dertê derveyî qesra xwe ya kiriye wek ‘dewletê’, wekî biçe cihekî nenas, welatekî din û bi dijminan dorpêçkirî, xwe amade dike û wisa dertê. Bi sedan zebaniyên bi perwedekirî, bi cil û berg û çek ên di sifetê mirovan de wî ‘diparêzin’. Di dema derketina wî de, rê û kolanên di wan re derbas dibe tên girin, bi dehan wesayîtên bizirx û bi helîkopteran pê re, bi zorê xwe digihîne cihê dixwaze herê.  Wek di staran Bariş Akarsû de jî dibêje, ew jî wiha dijî ‘Li tepe qesreke spî, di qesrê de qralekî qeşmer, xebera reş, karê wî, dora kê ye, di wêneyê xwînî yên wênesaz de, li pêşangehê mezelê mirov, ya li ber firotinê reştarî ye ne çarçove’.

Îro roj, dewleta TC’ê ya erdnîgariya Anatolyayê zevt kiriye bi vî awayî tê birêvebirin.

Nûçeyên Têkildar