Nêrgiz Îsmayîl
Di gotineke xwe de Mahtama Gandî dibêje: “Şer bi şer, bersiva jiyaneke aştiyane nade.” Hêzên ku xwe mîna hêzên herî giregir di cîhanê de dibînin bi şer, dagirkerî, desthilatdarî û serdestiyê wê çi bi ser çi bixînin? Diyalog; jiyaneke aştiyane û hebûna hemû gelan pevre hêviya sereke ya miletan e. Di vê serdemê de hêzên heyî li şûna ku jiyaneke biewle ji gelan re bînin, tenê xwepesindayîna bi firoke û çekan esas digirin. Ev hetanî kengî? Ew zagona ku me di dibistanan de dixwend çi qasî dikare mirov rizgar bike, ya dibêje “NEFÎ – NEFΔ di wateya tu miletekî tune bike, tu yê bi ser bikevî, lê tê jibîrkirin ku tu miletekî tune bikî; tu jî tune dibî. Berovajî bi hebûna gelekî wê hebûna te jî berdewam bike. Her tişt di vê jiyanê de peve girêdayî ye û bandora xwe li her tiştî dike.
Ev hişmendiya tunekirinê, dagirkeriyê bi xwe re tîne. Ev dagirkerî ne tenê dagirkeriya erdnîgariyekê ye, her wiha hişmendiya destavêtina çand, hizir û rûmeta wî gelî ye. Îro jî li Kurdistanê li hemberî van kirinên hovane gelê kurd û jinên kurd li Rojava, Şengal, Mexmûr, Kerkûk û li hemû bajarên Kurdistanê bi berxwedan û têkoşîna xwe hilweşandina dîktatoriya Erdogan dane destpêkirin. Ji ber tecawiza li Kurdistanê ne rewşeke kesayetî ye, polîtîkayeke dewletê ya sîstematîk e. Dagirkerî bi xwe re tengezariyên ku mûrehkên civakê belav dike tîne. Bêguman bandora herî mezin jî li ser derûniya jin û zarokan dike. Çima wilo ye? Ji ber jinên kurd bi berxwedana xwe ya dîrokî rûyê dewleta tirk ê ku serçeteyên artêşa dagirker jî hemû cîhanê re aşkera kir, ji lewma dagirkeriya ku dewleta tirk û çeteyên wê li ser herêmên rojavayê Kurdistanê kir, çi herêma Efrîn be, çi jî Girê Spî û Serêkaniyê be, bi xwe re gelek aloziyên cidî anîne.
Li berçav e ev nimûne; xelkên ku ji Efrînê derketin, ji malên xwe, hewşên xwe, bîranînên xwe dûr ketin ev tengezariyeke mezin e. Xelkên ku ji Girê Spî û Serêkaniyê derketin, niha li wargeha Waşûkanî di nav derfetên herî zehmet de dijîn. Hin ji wan malbatan di dibistanan de dijîn, jixwe ji ber vê sedemê dibistan û xwendin jî hatine sekinandin. Her wiha ji ber hejmara zêde malên ku ji xwe re kirê jî bikin nîn in.
Nimûne: Dayika bi navê Hesîna ji Serêkaniyê dibêje: “Eger xewnên min hatine dagirkirin, eger hêviyên min hatin destavêtin, gundê ku ez lê mezin bûm çû, hewşa ku min zarokên xwe lê xwedî kirin çû ez ê çi li vê dinyayê bikim! Ez dagirkeriyê nalet dikim”. Ev rastiyek e ku ewqasî dagirkirina miletekî ji destavêtinê hîna zehmetir e. Fatma jî ku jineke ereb e dibêje: “ Li Serêkaniyê em hemû milet pev re dijiyan, em jinên ereb, xiristiyan, ermen û kurd jî gelekî jiyana me xweş bû, lê niha ez di bin konan de me, her tiştê me tar û mar bûye, ev dagirkeriya dewleta tirk mala me kambax kiriye.” Bi rastî dagirkerî derûniyeke xerab ava dike.
Dagirkerî ne tenê wateya fîzyolojiya civakê, hebûna civakan dixe metirsiyê de. Ne tenê xêr û bêra wê ya çandinî, sererd û bin erdê desteser dike, ew bi xwe jî destavêtina hebûna derûnî, çandî û dîrokî bixwe ye. Çima dewleta tirk bi taybetî êrîşî van herêman kir? Di civakên van herêman de hemû pêkhate bi hev re dijiyan, awayeke demokratîk û biratiya gelan û serekgav jî bi pêşketina jinan di şoreşê de qebûl nekir ji lewma wexta ku Erdogan û çeteyên wî Rojava, Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê dagir kir, di serî de êrîşî deskeftiyên jinan kir, ji bo kolekirina jinê zagonên nû xistin meriyetê.
Li vir em dikarin bibêjin dagirkirî û şerê çekdarî sedemên sereke yên koçberî û penaberiyê ne, ji vê yekê jî jin êş û azaran dikişîne, ev yek dihêle ku bingehên civakî ji hev bikevin, di encama wê de jin hîn bêhtir tune bibe. Pê re jî tundiya li ser jinan di civakê de hîn bêhtir xurtir dibe ev jî dibe sedema ku jin di aliyê fizîkî ve rastî pirskirêkên kûr bên. Jina ku rastî van hemû mercên zehmet tê nikare devê xwe veke ji ber du caran tê destavêtin carekê li ser destê dijmin û carekê jî ji aliyê civak û malbatê ve.
Heman mijara gotinê ye ku ev bû heft sal pergala hişmendiya jinê ji her hêlê ve bûye xwedî bandor. Jin bûye pêşenga hevgirtina gelan. Lewra ev dagirkerî beriya her tiştî destavêtina ser hişmendiya pergala jin-dayikê ye. Di tu deverên cîhanê de bi vê şêwazê dagirkeriyeke bêrûmet nehatiye dîtin ku hetanî bi darên zeytûnan bi erebeyan didizin! Ji ser axa wê tê hilkirin û derbasî welatê dijminan dikin! Welatekî, xakekê ku ne koka wê û dîroka wê ye. Ji dagirkeriya dewleta tirk ne tenê xweza zirar û ziyan dît, derûniya jinan, zilaman û hemû gelan, zarokên nûhatî ku ji van êrîşên hovane ditirsin û nema dizanin çawa xewnên xweş bibînin.
Eger bertekên me li hemberî dagirekeriyê nebin, wê zewala gelek rastiyên gelan pêk bên. Ev yek ne ji bo kurdan gengaz e, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn jî wiha ye. Ji ber ew hişmendiyek e, serkeftina vê hişmendiyê jî bi lawaziya vîna civakê ve girêdayî ye. Beriya her kesî jin û ciwan divê nepejirînin. Şoreşa Rojava heft salên xwe bi berxwedaniyên hêja tacîdar kir. Ev berxwedanî ger derbasî hêza hişmendiyê nebe, wê hêza rêxistinkirina civakê lawaz bimîne. Lewma vîna rast di rakirina hişmendiya dagirkeriyê de ye, ji ber dagirkerî ji destavêtinê, tecawiza fizîkî xerabtir e.