Li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê oldaran têkildarî rewşa başûrê Kurdistanê daxuyanî dan û berpirsyartiya rewşa niha xistin stûyê berpirs û desthilatên herêma Kurdistanê.
Oldaran diyar kirin ku sedema rasteqîn birçîkirin, birîna qût û mûçeyê xelk û karmendên rasteqînin û aşkera kirin ku ger rewş neyê çareserkirin dê rewş ji dest biçe.
Di daxuyaniyê de oldaran piştgirî dan daxwazên welatî û xwepêşandanan û wiha gotin: “Nabe destê hêzên ewlehiyê bi xwînê xizminên wan sor bibin. Karê wan parastina ser û malê welatiyane. Divê hêzên ewlehiyê paşve biçin. Ji bo xwepêşandanên medenî rê were dayîn.”
Her wiha di dawiya daxuyaniyê de oldaran xwestin ku kesên hatine girtin werin berdan û kesên guleberdine li gorî yasayê werin cezakirin. KOYE