Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Dê ciwan li dijî tecrîdê bêdeng nemînin’

Rêxistinên ciwanan ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin bang kirin û gotin ku dê ciwan li dijî tecrîdê bêdeng neminin

Girtiyan di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 17’an de ye. Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê û Meclisa Ciwanên Demokratîk a Nû (YDG) destnîşan kirin ku tecrîd sûc e li hemberî mirovahiyê û xwestin rojek berî rojekê bi dawî bibe.

Endamê Meclisa YDG’ê Hakan Benlî, diyar kir ku di şexsê Ocalan de tevahiya civakê tê tecrîdkirin û wiha got: “Nexasim jî li ser Ocalan tecrîdeke ne li gor têgiha mafên mirovan tê kirin. Tecrîde li dijî 8’ê mijdara 2018’an de dest pê kirin, gelek girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan. Berî ku cardin mirin çêbibe, demildest divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Tecrîd sûc e, li dijî mirovahiyê. Em bi têkoşîneke bi hev re dikarin tecrîdê bişikînin.”

Pirsgirêkên nayên çareserkirin

Endamê Desteya Rêvebir a Meclisa Ciwanan a HDP’ê Omer Gungor jî bal kişand ser polîtîkaya çewisandin û tahdeyê ya li ser kurdan û ev tişt anî ziman: “Tecrîda li ser Ocalan, biryareke polîtîk e. Ev polîtîkaya tecrîdê li Kurdistanê ji kûr de tê hîskirin. Çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirine jî bersiva ji bo van polîtîkayên şerê taybet e. Her ku em bêdeng bimînin dê hikûmet jî ji bo xwe bi kar bîne û wê her kes bêdeng bimîne. Eynî wekî bûyerên taciz û tecawizê yên li Kurdistanê diqewimin. Mesela li Wanê welatî ji helîkopterê hatin avêtin lê welatî bêdeng man. Ê ku rastî derxistin holê rojnameger bûn. Û hin derdoran xwe li bêdengiyê danî. Ji ber ku bêdeng man rojnameger hatin girtin. Ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê bên çareserkirin tecrîda li ser Ocalan divê bê rakirin. Heger tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin. Rewşa aborî li holê ye û sedema wê jî tecrîd e. Heya ku ev tecrîd bidome dê ev şer neqede û aştî çênebe.”

‘Em ê bibin dengê girtiyan’

Gungor bang li partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û rêxistinên civaka sivîl kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rojek berî rojekê divê her kes bibe dengê grevên birçîbûnê û ji bo vê dakevin qadan. Nexasim jî ciwan û rêxistinên girseyî divê dakevin qadan. Hikûmet ji bo grevên birçîbûnê xwe li bêdengiyê datîne. Gel, partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ji bo tecrîdê divê bi ser hikûmetê de biçin. Em Meclisa Ciwanan a HDP’ê bibin dengê vê tecrîdê. Lê belê ev yek bes bi ciwanan nabe. Gelên bindest hemû divê li ser vê pêvajoyê hûr bibin. Ji bo em bibin dengê girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de, divê em çalakiyan li dar bixin. Partiyên siyasî yên din jî divê vê yekê têxin rojeva xwe. Heger tecrîd neyê rakirin dê encamên wê giran bin û em vê yekê naxwazin. Daxwaza girtiyan daxwaza me ye.”  ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar