Duh di saetên êvarê de li ser kolana Diyarbakirê ya Êlihê, li herêma walîtî û Miduriyeta Polîsan a Bajar, ciwanekî ku kaxiz berhev dikir ji aliyên polîsan ve hat derpkirin. Kêliyên vê tundiya polîsan a li hemberî ciwanê ku navê wî nehat hînbûn ji aliyê welatiyên derdorê ve hatin qeydkirin.
Di dîmenan de tê dîtin ku polîs bi kulma êrîşê ciwan dikin û wî derp dikin. Ciwanê ku vê tundiyê ji destê polîsan dibîne dike qêrîn û ev tişt dibêje: “Qaşo min qefaltine. Min daleqînin daleqînin. Êdî bes e.”
Derbarê rewşa ciwanê ku navê wî nehat hînbûn de agahî nehatin bidestxistin. ÊLIH