Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Dayikên Aşitiyê: Me berê çawa çalakî dikir em ê dîsa bikin

Dayikên Aştiyê bal kişandin ser greva birçîbûnê û gotin: “Bila êdî ew zilm ji holê rabe. Me berê çawa ji bo zarokên xwe çalakî dikir em îro jî bikin. Heke hewce bike em ê bikevin greve jî. Em naxwazin ku cenaze ji girtîgehan bên derxistin

Navenda Nûçeyan

Çalakiya greva birçibûnê ya ku di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan hatibû destpêkirin berdewam dike.  Di 8’ê mijdara 2018’an de jî bi pêşengiya hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hatibû despêkirin û li hemû girtîgehan belav bibû. Di wê pêvajoyê de dayikan jî bi çalakiyên xwe roleke girîng girtibûn ser milên xwe. Dayikan di wê pêvajoyê de bênavber bi laçikên xwe yên spî çalakiyên xwe berdewam kiribûn.  Dayikên Aştiyê ku cara ewilî di grevên birçûbûnê de berxwedan dan destpêkirin, diyar kirin ku  hewce bike ew ê jî bikevin grevê.

‘Aştîyekê mayînde pêdiviya hemû kesan e’

Dayika Aştiyê Hîdayet Ay diyar kir ku ew ê dîsa piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û got: “Em şer û pevçûn naxwazin û em ji hemû girtiyan re azadiyê dixwazin. Bila xwîn bê sekinandin û aştiyekê mayînde pêk bê. Dîsa du sal berê zarokên me ketibûn greve û me ji bo wan çalakî pêk anîbûn. Wê demê polîsan gelek caran êrîşî me kir. Min bi piyên pêxwas ji navenda HDP’e girtin û xistin dolmûşê. Di wê ba û baranê de nehiştin sola xwe jî bikim piyên xwe. Em dayik bûn û lê em bi tundiya polisan re rûbirû man. Em dîsa jî li pişta zarokên xwe ne. Heta ku aştiyeke mayînde pêk neyê wê berxwedana me bidome. Em çiqas piştgiriyê bidin girtiyan wê ewqas berxwedan mezin bibe. Em zarokên xwe yên girtî tenê nahêlin. Hemû jî zarokên me ne. Heke hewce bike em ê bikevin grevê jî.”

‘Em naxwazin ji girtîgehan cenaze bên derxistin’

Dayîka Aştiyê Raîfe Ozbey jî wiha axivî: “Girtiyên ku dest bi greve kirine mafê xwe yê rewa bi kar tînin. Bila bi sebir û rûmeta me nelizîn. Jixwe zarokên me girtî ne û di dest wan de ne. Mafên wan ê telefon û hevdîtinê tê binpêkirin.  Şert û mercên girtigehan nebaşin. Bila êdî zilm bi dawî bibe. Me berê çawa zarokên xwe tenê nehiştin û çalakî pêk anîn em ê niha jî dest bi çalakiyan bikin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan bên derxistin. Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û êdî ew tecrîd rabe.  Bila ji bo hemû gelan aştî pêk bê.”

‘Bila çareseriyek bê dîtin’

Dayika Aştiyê Hanîfe Akpolat jî wiha got: “Sala borî di çalakiyên greva birçîbûnê de me wek dayikan li kolan, tax û kuçeyan  ji bo zarokên xwe çalakî pêk anîn. Me çawa  sala borî zarokên xwe tenê nehiştin em niha jî wan tenê nahêlin. Tecrîd ne tenê li Îmralî û di girtîgehan de heye. Tecrîd li ser me hemûyan e. Lê niha jî ew nexweşî rewşa girtîgehan dixe xetereyê. Aşkere ye ku ev pêvajo dijwar derbas bibe. Em naxwazin zarokên me bimirin. Bila êdî çareseriyek ji bo wan bê dîtin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar