Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Ji girtiyan hişyariya çalakiya grevê ya bêdorveger

Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 19'an de ye. Girtî Mehmet Kûrt diyar kir ku ger ew encamê bi dest nexin, wê çalakiya xwe veguherînin greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger

Navenda Nûçeyan

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, di roja 19’emîn de didome. Çalakiya grevê niha koma 4’emîn didomîne. Malbatên girtiyan, bi gotina ‘Daxwazên zarokên me daxwazên me ne’ piştgiriyê didin çalakiya grevên birçîbûnê.

Mehmet Kûrt ê 49 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Bunyan a Kayseriyê dimîne, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê kir.

Kûrt diyar kir ku mafên wan ên mirovî hemû ji destê wan hatine girtin û wiha got: “Li gorî berê zext û zordariya li girtîgehan zêdetir bûne. Dest danîn ser radyo, televîzyon û rojnameyan nadin me.”

Hişyariya çalakiya grevê ya bêdorveger

Kûrt da zanîn ku heta daxwazên wan pêk neyên, ew ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin û ev tişt anî ziman: “Ger çalakiya me ya bidorveger a greva birçîbûnê encam negire, em ê çalakiyê veguherînin çalakiya greva bêdorveger.”

Xizmên Mehmet Kûrt jî destnîşan kirin ku daxwazên girtiyan daxwazên wan e û xwestin ku demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.

Girtî Vedat Sevîm, Cengîz Oner û Mahmût Yamalak ên ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Bunyana Kayseriyê dimînin, weke koma 4’emîn çalakiya greva birçîbûnê didomînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar