Navenda Nûçeyan
Mahboobullah Mohebi û sekreterê wî roja sêşemê di encamê teqîneke de ku di erebeyê wan de pêk hatî, hatin kuştin. Heta niha tu komek vê çalakiyê negirt ser xwe.
Li Afganistê bûyerên bi vî awayî dem bi dem çêdibin. Tenê vê mehê li paytext Kabîlê 2 caran bi roketan hatiye xistin, li zaningehekê xwendavanan hatine qetilkirin û hwd.
Di demen dawî de li hemberî kesan gelek çalakiyên “bombeya zeliqandî” pêk ten. Bi rêya miknatisan bombe dixin bin erebê û diteqînin û ji vî ya re dibêjin bombeya zeliqandî…
Her çiqas di nav rayedarên Afgan û Talîbanê de hevdîtîna aştiyê bidomin jî çalakiyên bi vî rengî pêk tên.