Navenda Nûçeyan
Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya yek ji şîrketa navdar a Swîsre Swîss Re îsal bobelatan ziyaneke pir mezin da mirovahiyê.
Li gorî daxuyaniyê 2020’an maliyeta giştî ya bobelatên bi destê mirovî wê bigihije 83 milyar dolarî.
Swîss Reyê ragihand maliyeta bobelatên sirûştî gihaşte 76 milyar dolarî, ev jî li gorî 2019’an tê maneya zêdebûna 40 ji 100’î.
Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku 2020 ji 1970’an û vir ve bûye sala 5’an a maliyeta wê pir zêde ye.
Li gorî hesabên Swîss Reyê şiliya zêde, laser û şewata daristanan û bager ji sedî hêftê yên ziyanên ji ber sirûştê pêk tên.
Tenê li Atlantîka Bakur maliyeta bager û tayfûnan bû 20 milyar dolar. Her wiha hate diyarkirin ziyana 2020’an li gorî salên 2005 û 2017’an kêmtir bûye.
Hişyarî hate dayin guherînên avhewayî yên ji ber germbûna global salên bê wê zêdetir bibe.