Navenda Nûçeyan
Li kargeha Cigere ya bajarê Silêmaniyê pêşangehek berhemên navxweyî hate vekirin.
Yek ji amadekara pêşangehê Sakar Heme Kerîm da zanîn ku armanca wan ya bi vekirina vê pêşangehê, bilindkirina asta aborî, nasandin û zindîkirina berhemên navxweyî ye.
Bi giştî zêdetirî 57 firoşkar ji bajar, gund, navçeyên başûrê Kurdistan, bi berhemên xwe yên navxweyî yên weke, hingiv, şîrînî, xwarinên kurdewarî, karê dest, ciwankariya nav malê û gelek berhemên din tevlî pêşangehê bûne. Tê payîn 5 rojan pêşangeh vekirî bimîne.