Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirinên mafan zêde bûne

Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Amedê, di rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kampusî ya Xarpêtê de diyar kir ku revîr û sewqên nexweşxaneyan pir bi derengî tên xistin, aktîvîteyên werzîşî ji holê hatine rakirin, xwarinên tê dayîn nebaş e û pirtûkên kurdî nadin girtiyan

Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Amedê, li Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 1, li Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 2, li Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa E û li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan hevdîtin bi girtiyan re kiribû û piştî hevdîtinan derbarê binpêkirinên li van girtîgehan de raporek amade kir. Di raporê de hatiye diyarkirin ku hevdîtin bi 14 girtiyan re hatiye kirin.

Di raporê de binpêkirinên mafan ên li van girtîgehên navbirî wiha hatine rêzkirin:

-Girtiyan diyar kiriye ku saleke ji bo revîrê serlêdan kirine û xwestine dermanên wan bên peydakirin, lê belê serlêdanên bi awayekî kêfî nayên bersivandin. Her wiha girtiyan destnîşan kiriye ku ev mesele beriya pandemiyê jî hebûne.

-Hatiye diyarkirin ku bi hinceta kêmbûna karmendan û pandemiyê aktîvîteyên wan ên hobî û werzîşê hatine sekinandin û ev yek ji sibata 2020’an heya niha bi vî awayî ye.

-Girtiyan diyar kiriye ku nikarin rojnameyan peyda bikin û rojnameyên didin wan jî hin beşên wan hatine jêkirin.

-Hatiye diyarkirin ku pirtûkên kurdî bi hinceta ku karmendên ku karibin wan bixwînin û kontrol bikin tune ne.

-Hatiye diyarkirin ku girtîgeh nayê paqijkirin û di meha dawî 15 kes bi şewba Covîd-19’ê ketine û hîn jî testa girtî Fevzî Fîdan pozîtîf e.

-Hatiye diyarkirin ku ji ber ku makîneya porkurkrinê nadin wan, girtî an porê xwe rût dikin an jî ji mecbûrî dirêj dikin.

-Hatiye diyarkirin ku xwarin bi rûn û nebaş in û hema bibêje xwarina bigoşt qet nadin wan.

-Girtî Medenî Kiye diyar kiriye ku hîn jî nexweşîna wî ya dil dewam dike. Hatiye diyarkirin ku bijîşkan gotiye dibe ku pençeşêr lê peyda bûye lê belê hîn jî teşxîs nehatiye danîn û ev salek e wî nebirin kontrolê.

-Girtiyan diyar kiriye ku pirsgirêkên wan nayên çareserkirin û îdare guh nade wan.

Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T

-Hatiye diyarkirin ku girtî ji bo biçe revîrê 8 meh berê serlêdan kiriye û daxwaz kiriye ku dermanên wî bên peydakirin lê belê serlêdanên wî bi awayekî kêfî nayên bersivandin an jî bi hinceta pandemiyê tên redkirin. Lê belê girtî destnîşan kiriye ku ev mesele û pirsgirêk beriya pandemiyê jî hebûne.

-Hatiye bilêvkirin ku li qawîşa 20 kesî ji ber ku mase û sendelye kêm in, di dema xwarinê de gelek girtî ji mecbûrî bi dorê xwarinê dixwin û daxwaza wan a ji bo sendel û maseyan nehatiye bersivandin.

-Hatiye diyarkirin ku bi hinceta karmend kêm in û pandemî heye aktîvîteyên wan ên hobî û werşîzê hatine sekinandin û ev yek ji Sibata 2020’an ve bi vî awayî ye.

-Girtî diyar kir ku 4 meh berê ji ber nîqaşekê mecbûr maye qawîşa xwe biguherînin û amûrên wî yên şexsî yên li qawîşa wî ya berê ji aliyê girtiyên din ve hatine desteserkirin û ji bo vê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê daye, lê belê hîn jî nizane qûbeta serlêdana wî çi ye.

Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan

-Hatiye diyarkirin ku 9 girtiyên siyasî yên jin di heman qawîşê de dimînin û ji ber ku girtiyên ji sûcê din jî tên hewadariyê, ji mecbûrî tenê nîv danî dikarin biçin hewadariyê û ev mesele sal û nîvek e wiha ye.

-Hatiye diyarkirin ku di dema sewqên nexweşxaneyan de ji ber ku cendirme dikevin milê girtiyan xetereya ku bi şewbê bikevin zêde ye û ev ji bo wan cihê talûkeyeke mezin e.

*Hatiye bilêvkirin ku gelek rojname xwestine, lê belê tenê yekê didin wan û di dawiya hefteyê de jî bi hinceta ku komîsyona xwendinê van rojan naxebite rojnameyê nadin wan.

-Hatiye diyarkirin ku ji ber rewşa aborî gelek girtî dixwazin nameyên xwe di heman zerfê de bişînin, lê belê îdareyê ev yek qebûl nekiriye.

-Hatiye diyarkirin ku xwarin birûn û nebaş in û hema bibêje xwarinên bigoşt qet nayê dayîn.

-Hatiye diyarkirin ku bi hinceta kêmbûna karmendan û pandemiyê aktîvîteyên wan ên hobî û werzîşê hatine sekinandin û ev yek ji sibata 2020’an heya niha bi vî awayî ye. Hatiye bilêvkirin ku bi heman hincetan mafê wan ê wênegirtinê jî tê binpêkirin.

-Girtî Dîcle Bozan ku ne welatiya TC’yê ye, diyar kiriye ku ji ber ku malbata wê û xizmên wê ne li Tirkiyeyê ne, di warê aborî de zehmtiyê dikişîne. Bozan bilêv kiriye ku ji ber ku hejmara nasnameya wê ya TC’yê tune ye, malbata wê nikare pereyan jê re bişîne û ji bo vê serî li îdareya girtîgehê û Wezareta Dadê daye lê belê serlêdana wê nehatiye bersivandin.

-Dîcle Bozan, diyar kiriye ku îdareya girtîgehê nahêle goreya protezê bikire û lewma ji ber vê di warê bikaranîan protezê de zehmetiyê dikişîne.

Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa E

-Girtî diyar kir ku fitqoyî ye lê belê dermanên wî nadin.

-Hatiye diyarkirin ku xwarin birûn û nebaş in û hema bibêje xwarinên bigoşt qet nayê dayîn.

-Hatiye diyarkirin ku ava germ heftê 2-3 saetan tê berdan û ev av têra qawîşeke 15 kesî nake.

-Hatiye diyarkirin ku ji ber pandemiyê aktîvîteyên wan ên hobî û werzîşê hatine sekinandin.

Tespît û pêşniyarî

Di beşa ‘tespît û pêşniyaran’ a raporê de ev tişt hatin gotin:

-Di dema hevdîtinan de hatiye tespîtkirin ku girtî zehmetiyê dikişînin û çûna revîrê û sewqên ji bo nexweşxaneyê bi derengî tên xistin.

-Ava germ, amûrên paqijiyê, zexîre, derman, rojname, kovar û amûrên din demildest divên bên peydakirin.

-Divê pirsgirêkên girtîgehan ji saziyên neteweyî û navneteweyî re bên ragihandin.

-Divê bi kesê berpirs û saziya berpirs re hevdîtin bê kirin.

-Ji bo ev pirsgirêk bi raya giştî re bên parvekirin divê daxuyanî bê dayîn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar