Berî 61 salan, îro 17.12.1959, komek rewşenbîrên kurd; 50 kes, ji aliyê dewleta tirk ve hatin girtin û avêtin zindana Fermandariya Navendiya Herbiyeya Stenbolê.
Ji ber ku yek ji wan M.Emîn Batu, nexweş dikeve û xwîn verdişe, jiyana xwe ji dest dide. Jimara wan dadikeve 49’an. Lewma navê dosyaya wan û doza wan bi navê DOZA 49’AN dikeve arşîvê û di raya giştî de wisa tê naskirin.
Ji bo sedemên vê girtinê û dozê baş were zanîn, divê mirov hinekî bi kurtayî bala xwe bide bûyer û siyaseta wê serdemê.
Gelê kurd, li Bakur di qirkirina tevgera Şêx Seîd a Palû û Amedê, Agiriyê û Zîlanê, Koçgîrî û herî dawî jî di qirkirina Seyîd Riza a Dêrsimê re derbas bûbû.
Li Rojhilat jî hema li pey van komkujî û fermanên tunekirina gelê kurd bi neteweyî, hîn gelek derbas nebû bû, vê carê di qirkirina Komara Mahabadê û tevgera Qazî Mihemed re derbas dibû (1946).
Jixwe dewleta tirkan a nijadperest û qirker, digot “me doza kurdan qedand û me xist bin çiyayê Glîlê û ser çimento kir”!
Lê hesabê wan ne rasteqîne bû. Ji ber ku gotinek kurdan jî heye dibêje; ‘giha tu caran di bin kevir û zinaran de namîne, her dîsa şîn dibe.’ Her wiha biwêjek din a wisa jî heye; ‘gelê me ji xweliya xwe ve, xwe dîsa ji nûve di afirîne’ û hwd.
Erê gelê kurd bê rêber û bê rêxistin hatibû hiştin û pir zêde hatibû tirsandin lê ew zilm û êş û qirkirina li ber çavê wî hatibû kirin, ma tu cara dikaribû were jibîrkirin?
Jixwe hema çend salan piştî van bûyer û qirkirinên giran, li Iraqê A.Kerîm Qasim bi derbeyek leşkerî desthilatiyê dixe destê xwe. Hema di demek nêz de Mele Mistefa Berzaniyê di dema hilweşandina Komara Kurdistanê (ya Mahabadê) de reviyabû Yekitiya Sovyetê, vedixwîne cem xwe.
Dibe ku weke bûyerek biçûk were dîtin lê ji bo hêvî û wêrekiyê çirûskek agir a ronahî, objektîf dikare bibe zemîn, ji bo destpêka bûyerek watedar.
Bêgûman ê ku berî her kesî bi vê bûyerê bihese û karibe şîrove bike, di serî de dewleta tirk bû û li dijî wan, helbet zana û rewşenbîrên kurd bûn.
Wisa jî bû û ew bûyera li jor hat behskirin; Doza 49’an; di encamê van mijar û bûyer û pêşkeftinan de pêk hat.
Dewleta tirk, ji bo hêj nû ye, mezin nebûye û bayê wê negihiştiye Bakur, pêşiyê li doza kurdî ya dibe ku bi pêşkeve, bigire, bi lez kete nava tevgerê.
Di wê demê de bûyerek li Kerkûkê diqewime yan bi zanebûn weke provakasyon pêk tê; hinek tirkimen ên wêderê tên kuştin. Hema bi dest û lepan dewleta tirkan, ji bo vê bike hincet/sedem û êrîşî ser tevgera kurdan a wir bike, dikeve nava hewldanan.
Li ser vê bûyerê, yê herî bi xurtî dixwaze û hewl dide ji bo ku di meclisê de biryarê bistîne û destwardana Kerkûk-Iraqê bike, CHP ye. Di meclisê de parlamenterê CHP’ê Asim Eren, ji bo biryarê derxe, Partiya Demokrat a Menderes tengav dike. Ma heman zihniyet îro jî bê qusûr dewam nake? Ji bo arteşa tirk bişîne Başûr, Rojhilat, Libya, Azerbeycan û hwd.CHP, pêşengtiya vê siyaseta dagirkeriyê nake?
Helbet weke me li jor behs kir, ji van bûyeran ên herî li pêş agahdar bûn rewşenbîr û xwendevanên kurd bûn. Wan jî li dijî vê helwesta CHP’yîyan, bi îmzeyên 104 kesan, belê bi navê kurdên Tirkiyeyê belavokek belav kirin.
Li ser vê dewlet gelek hêrs dibe, saziya wan a paşê dibe MÎT, bi navê MEH (Xizmetên Ewlekariya Milî), li ser van raporekê amade dike û ji bo ku xwe bi DYE jî hinekî şêrîn bidin xuyakirin, bi navê Tevgera Kurdên Kominîst (ji bo siyaseta dewleta xwe Antî-Komînîst bidin nîşandan) vê koma 50’î kesî binçav dikin.
Li gorî agahiyan, xwestine bi vî awayî, tevgera kurdî, hîn weke şitlekêye, nestewiyaye bi qurêfin, miriyê ji tirbê rabûye dîsa bixin tirbê û bi vê şêwazê, ew çirûska ku hebû tarî bikin, ew tirsa ku hinek hatibû şikandin û piçek wêrekî çêbûye, wê jî nehêle, kom bi kom, 50 bi 50’î kesên weke van bigirin; hinekan li dar bixin, hinekan bi metodên din winda bikin, di encamê de wê qirkirina xwe ya destpêkê pêk anîne, wî cenazeyê xwe yên ser çimento kirine nehêlin ji qebrê rabe, dest bi vê girtinê kirine.
Bi bingehîn armanca wan ev bû lê dîsa hesabê wan sererast nemeşiya, ji ber ku derbeya 27’ê Gulana l960’î ya leşkerî çêdibe li Tirkiyeyê. Lê mixabin ew 49 kes, ber bi efûya wan nakeve. Bi tenê jimara zagonê wan tê guhertin; xala 125’an a avakirina dewletek kurdî rakirin, şûna wê xalên 141 û 142’yan yên sûcê komînîstiyê danîn.
Di encama vê dozê de, piştî 14 mehan darizandina wan destpê dike, ji 2 sal û 5 mehan heta 4 salan ceza li wan tê birîn. Lê girtin û kuştin û qirkirina kurdan bi dawî nabe, heta hîn berfirehtir hat meşandin û mirov dikare bêje ew zihniyeta dewletê ya qirkirinê heta roja îro jî her dewam dike.
Belê tevgera kurdî ya hemdemî ya ku îro dimeşe, derbeyê mezin li wê zîhniyeta kevneperest û zilmkar daye. Ew tirs, hema hema mirov dikare bêje bi bingehîn hatiye şikandin. Erê nîrê mêtingeriyê û dagirkeriyê hîn li ser kurd û Kurdistanê bi temamî nehatiye rakirin lê bi giranî hatiye lawazkirin, ew dîwarên wan ê zilmê hatiye qelişandin û êdî ber bi hilweşandinê jî diçe.
Sed heyf û mixabin, di nava wan kesan de, mirovên ku bi awayekî ji îdama dewleta tirkan rizgarbûn; yên weke her du Seîdan (Elçî û Kirmizitoprak), bi hevkarî û fermana MÎT a tirk, bi destê rêveberiya kurdên Başûr hatin şehîdkirin û tevgera wan jî radestî dewleta faşîst a tirk kirin.
Ma îro jî heman siyaset û zihniyeta dagirkerî, li gel a xiyanetkar a Başûr, bi heman şêwazê êrîşî ser Tevgera Azadiya Kurdistanê nakin? Her wiha xiyanetê bi wan Seîdên îdam kirin re jî nakin-van kesan bûn ku hinekî xwedêgiravî ji hatina wan a Sovyetê çirûskek ronahî dîtibûn?
Heta niha jî ew tawanbariya li Başûr her dewam dike. Li gel desthilatiya AKP-MHP’ê, li dijî kurdên şopdarê wan berxwedêrên li dijî dewleta dagirker in, di nava hevalbendiyek malxerab de ne.
Di encamê de, ew dewleta ku ji wê çirûska biçûk ewqas tirsiya (ji ber ku digot bi kurdiye ji fîkandina Mûsa Enter jî ditirsiya) û nikaribû serkeftina xwe dom bikira, niha ew çirûsk bûye weke ronahiya rojê û hemû welat, gel û gelan rohî dike, germ dike, geş dike û agirê wê, ew ê vê dewletê û hemû hevalbendên wê yên derve û yên hundir bişewitîne!
Serkeftin, ew ê ne bi tenê ya 49’an be, ew ê ya 49 milyonan be!