Navenda Nûçeyan
Mîhrîcana îsal ji ber şewba vîrûsa koronayê wê li ser malpera înternetê ya vimeo’yê di navbera 19 û 23’ê kanûnê de pêk were. Mîhrîcan wê 19’ê kanûnê saet di 19:00 de bi nîşandana fîlmê ‘Diyalog’ dest pê bike.
Di roja duyemîn a mîhrîcanê de wê fîlmê anîmasyon ê (Rojava) yê 15 deqeyî yê li ser berxwedana rojava, fîlmê “Husbe Hush” ê derhêner Nûrsel Dogan, dokûmantera “The Flowers of Rojava” ya derhêner Selene Verrl û Magalî Magnîn bên nîşandan.
Di roja sêyemîn a mîhrîcanê de wê fîlmê “Bêdengiya Xewnekî” ya derhêner Rohan Merwan û dokûmantera “Altindag-Hope Hoûses” a derhêner Bayram Balci bên nîşandan.
Roja çaremîn a mîhrîcanê jî wê bi nîşandana fîlmê “We Want Franternîty” ê derhêner Ozcan Vardar û fîlmê “Mamoste” yê derhêner Salîh Çelîk û Kemal Hazanay dewam bike.
Di roja dawî ya mîhrîcana de 23’yê kanûnê wê 5 fîlm bên nîşandan.