Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Heqîqeta berxwedanê

Li Tirkiyê rojane bi sedan binçavkirin çêdibin. Di zindanan de rojane bi sedan nûçeyên binpêkirina mafê mirovan pêk tên. Tecrîdeke giran li ser zindanan tê meşandin. Rojane bi dehan nûçeyên îşkence û windakirina kesan têne weşandin.

Bi awayekî hovane êrîş li ser cenazeyan çêdibin û nahêlin ku kes cenazeyê zarokên xwe li gor baweriya xwe defin bike.

Her roj ji aliyê polîs, leşker û rayedarên dewletê ve bi sedan gefxwarin û heqaret têne kirin.

Li Rojava çeteyên DAIŞ û hevkarên wan êrîşê dibin ser gel. Destdirêjî dikin, mirovan dikujin, direvînin û îşkence dikin.

Li Başûr bi alîkariya dewleta tirk hêzên PDK’ê hewl didin hem qetlîamekê li ser êzidiyan pêk bînin hem jî li hember Tevgera Azadiyê polîtîkaya tasfiye û îmhayê bigihijînin encamê.

Li Rojhilat dewleta Îranê di her firsendê de welatiyên kurd darve dike…

Mirov dikare van bûyerên ku rojane diqewimin zêdetir jî bike. Ji bilî van polîtîkayên pişaftina çand û zimanê kurdî, qirkirina aborî, qirkirina ekolojiya Kurdistanê jî aliyekî din ê van bûyeran e.

Her wiha tundiya li jinan bi serê xwe di rewşeke kambax de ye.

Li gel van bûyeran dema mirov nirxandinekê bike dibe ku bêje êdî tu hêvî nema ye yan jî dewlet bi ser ketiye. Li gorî polîtîkaya şerê taybet jî dibe ku ev serkeftinek be. Lê dema mirov li rastiyê binêre dê were dîtin ku rewş ne wisa ye. Ne hêvî şikestine û ne jî dewlet bi ser ketiye. Rastî ew e ku serkeftina dewletê tenê propagandayeke şerê taybet e. Beriya çend rojan wekîlekî HDP’ê di meclisa Tirkiyeyê de li hember zextên wezîrê Erdogan wiha digot: “heke hûn Esat Oktay bin em jî Kemal Pîr in.” Ango çawa Kemal Pîr li hember zordarî û îşkenceya Esat Oktay serî netewand, em jî li hember zilm û zora Erdogan û hevkarên wî serî natewînin.

Heqîqeta berxwedanê nîşanî me daye ku kengî li hember zilmê berxwedan pêş ketiye serkeftin jî çêbûye, kengî bêdengî zêde bûye zilm jî zêde bûye. Herkes berxwedana zindana Amedê dizane. Ew berxwedan di nav hezaran girtiyan de bi pêşengiya çend kesan pêk hat û di encamê de jî kelha zilmê hilweşiya. Niha jî li hemberî ewqas zilma rejîma faşîst li her derê berxwedan heye. Heta niha ji bilî tu hevkar û kesên bêqerekter tu kesî behsa teslîmiyetê nekiriye. Ne gel teslîmiyetê qebûl dike û ne jî nûnerên gel qebûl dikin. Li hezaran malbatan geriyan, pere belav kirin, pêşniyarên kar li malbatan kirin, dewletê hemû hêzên xwe û derfetên xwe bi kar anîn lê encex çil-pêncî malbat komkirin. Heke tiştek were nîqaşkirin divê ev mijar ne îxanet û xapandina çil pêncî kesî be divê sekna birûmet a bihezaran dayik û bavan be. Jixwe evqas aciziya bloqa faşîst a AKP-MHP’ê  ew e ku heta niha çawa kes behsa teslîmiyetê nake. Heqîqeta berxwedanê teslîmiyetê qebûl nake. Ji ber ku ji berxwedanê ketin tê wateya sekinandina pêşveçûnê.

Hemû pêşketin û zelalî bi berxwedanê pêkan e. Ev di felsefeyê de jî, di sosyolojiye de jî û di zanistê de jî wisa ye. Tişta ku li ber xwe nede mehkûmê têkçûnê ye. Tevgera ku li ber xwe nede bin dikeve. Peyva li ber xwe nede di ziman de winda dibe. Giyanewera li gor şert û mercan xwe xurt neke neslê wê diqede. Fikra ku li ber xwe nede pûç dibe û vala dibe, tune dibe. Artêşeke ku li ber xwe nede têk diçe. Diyalektîka pêşveçûnê û pêşketinê bi berxwedanê çêdibe. Heqîqeta berxwedanê vê nîşanî me dide.

Di berxwedanê de bibîranîna mirovbûnê heye. Ango berxwedan têgihiştina heqîqeta jiyanê ye. Bi berxwedanê mirov têdigihije rasteqîniya hebûnê. Gotina ‘Berxwedan Jiyan e’ ne gotineke ku ji nişka ve hatiye gotin. Ev gotin encama felsefeya jiyana azad e. Di encama têkoşîneke biêş û zehmet de hatiye gotin. Ji bo têgihiştin û hezkirina jiyana rasteqîn hatiye gotin. Lewma tevgereke ku felsefeya wê ‘berxwedan jiyan e’ be li tu hincetan naaliqe, tu sedeman ji bo bêdengiyê qebûl nake, tu zehmetiyan ji xwe re nake hincet. Li cihekî ku talûkeya hebûnê hebe divê heqîqeta berxwedanê bixebite.

Heqîqeta berxwedanê ji bo bersiva jiyaneke çawa krîtera herî xurt û zelal e. Ev heqîqet ne rêyeke bêstirî û bêzehmetî ye. Gelek strî û zehmetiyên vê rêyê hene. Lê her strî û zehmetî hînkerên herî mezin ên rastiya jiyanê ne. Ew êş û jan in ku  mirovbûna me bi me didin hîskirin. Ew êş û jan in ku me ji xewa xefletê şiyar dike. Baba Tahirê Hemedanî di çarîneke xwe de ji bo kesên ku ji êş û zehmetiyan direvin wiha dibêje: “Dilê bêeşq biçilmise çêtir e/ Kesê bêderd eger bimre çêtir e/ Canê ne sabit e li ser riya eşqê/ Zerre zerre bikizire çêtir e.”

Gelek zor û zehmetiyên têkoşînê hene. Dibe ku gelek kêmanî û xeletî jî hebin. Lê di heqîqeta berxwedanê de ev ne hinceta bêdengbûnê ye. Berovajî ev sedemên xurtkirin û mezinkirina têkoşînê ne. Heke em dibêjin em li hemberî Esat Oktayan Kemal Pîr in divê zehmetî û xweşikbûna berxwedanê bi hev re werin dîtin. Ji bo xatirê hezkirina jiyanê divê berxwedan were mezinkirin. Ji biçûk heta mezinan dem dema nûjenkirina hişmendiyê ye. Li her derî berxwedan heye. Li Rojava Efrîn li ber xwe dide, li Şingalê êzidî li ber xwe didin. Li kolanan jin li ber xwe didin, ciwan li ber xwe didin. Serkeftin bi xurtkirina berxwedanê çêdibe. Mijûlbûna bi kêmaniyan re tu tiştî safî nake. Heke li zindana Amedê pêşengan gotibûna “Ewqas kes hene heta hemû bi hev re li ber xwe nedin em jî nikarin tiştekî bikin.” Wê demê tu pêşketin çênedibûn. Lazim e her yek ji xwe dest pê bike. Heqîqeta berxwedanê ji me re vedibêje ku tu tişt li hemberî çalakiya azadiyê ne hincet in. Destkeftiyên mezin jî encex bi berxwedanê pêkan in.

Rêhevalên Kemalan li zindanan ala berxwedanê dîsa bilind dikin. Jin bi rengê xwe vê alê dixemilînin. Ciwan bi coş û kelecana xwe ruh didin ala berxwedanê. Niha ji her demê zêdetir pêwîstî bi xemilandina ji lîbasên berxwedanê heye. Dem dema şikandina tecrîdê ye, dem dema hilweşandina kelha zilmê ye, DEM DEMA AZADIYÊ YE…

Nûçeyên Têkildar