Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

ENKS a bi ser PDK’ê ve

 Li başûrê Kurdistanê desthilatek heye û Başûr di bin banê wê desthilatê de qaşo xwedî statuye. Ew statu bûye sîwana xwedîkirin û dewlemendkirina malbata Berzanî û serkirdeyên PDK’ê, lê xelkê Başûr feqîr, hejar û perîşan bûne. Ev dewlemendî li bayê kêfa malbata Berzanî tê xerckirin û xelk birçî dimînin.

Dem bi dem xelkê başûr û di serî de jî ciwan derdikevin xwepêşandanan û daxwaza mûçeyên xwe dikin û dîsa li dijî bêkariya ku heye hêrsbûna xwe tînin ziman.

Li Başûr şîrket hene, lê xwediyê wê tirk in û karmendên wê jî ne ji xelkê Başûr in. Petrola Başûrê Kurdistanê tê derxistin û pereyên wê jî dikeve berîka (bang) tirkan û malbata Barzanî jî xwe xwediyê wan pera dibîne. Lê xelkê Başûr bêkar û berîk vala ye.

Xelk dibêje ka bila hikûmet mûçe bide lê Mesrûrê Barzanî dibêje bila xelk berê xwe nede me, bila ew berê xwe bidin hikûmeta Bexdayê. Çima hikûmeta Bexdayê? Dibêje ji ber ku ew mûçeya nadin me, em jî nadin. Va ye em jî dipirsin ger ku xelkê Başûr berê xwe bide Bexdayê, wê demê Mesrûrê Barzanî çima postê hikûmetê girtiye? Ya din şûna ku ji malbatên ku zarokên wan bi destê hêzên ewlehiyê hatine kuştin sersaxî û lêborînê bixwazin, dibêje ew kes bi destê derve hatine tevgerkirin. Çawa ku li Tunis, Misir, Lîbya û Sûriyeyê xwepêşandanan dest pê kir û desthilatên li wir gef li xwepêşandêran xwarin, Mesrûrê Barzanî jî weki wan kir.

Ya din, Mesrûr Barzanî yê ku niha berpirsê van komkujiyên derheqê ciwanên Başûre de ye; ferman da ku çekdarên wan êrîşî gerîla bikin û li ser wê de jî bi nûnerê taybet ê Amerîka Ruyburn re axivî û got ku alîkariya hûn didin HSD’ê diçe ji PKK’ê re û Rojava hem ji dewleta tirk re hedef nîşan da hem jî dixwaze bi vî awayî zirarê bide xelkê Rojava. Li aliyekî din jî ji bo ku rojeva Kurdistanê biguhere û bala li ser xwepêşandanên li Başûr biguhere van yekan dike û dibêje.

Hemwextî wê yekê, li Rojava jî agir bi buroyên ENKS’ê hatin xistin û weke ku kesên ser bi PKK’ê ve kirine dixwazin bidin diyar kirin. Lê pirs ew e, aliyên ku sûdê ji şewitandina van bûroyan bigire kî ne û çima şewitandine? Dema em pirsa wê bikin û em axaftinên serkirdeyên ENKS’ê yên gêj ku nizanin çi dibêjin jî guhdar bikin û bidin ber hev, em ê baş têbighêjin ku ew çawa hatine organîze kirin û çawa divê yekser PKK’ê yan jî aliyên şer bi wê ve werin hedef nîşandan jî bibînin.

PDK’ê fermana êrîşa li ser gerîla da ji bo ku dilê tirkan xweş bike û rojeva kurdistaniyan li Başûr biguhere. ENKS’ê ji bo careke din mijara çekdarên Roj bixe rojevê, êgir li van ofîsan derdixe û dixwazin bi vî awayî zextekê li Fermandarê HSD’ê Mazlûm Ebdî bikin da ku tawîzan bigirin û li derve jî PYD’ê sûcdar û reş bikin û bibêje wa ye PKK destwerdan dike.

Gotina ENKS’ê ew e ku pêşmerge derbas bibin û werin van navendan biparêzin ji ber ku êrîş li ser hene. Lê parastina Rojava di xema wan de nîne.

Dikare were pirsîn çima ev mijar bi hev ve tên girêdan? Em ê jî bersiva wê bidin ku li Başûr êrişî gel dikin û dibêjin destê PKK’ê di nav de heye, li cihên din jî êrîşî gerîla dikin, bûroyên ENKS’ê tên şewitandin û ENKS dibêje bila pêşmerge derbas bibin da ku buroyên me biparêzin û hemwextî wê Mesrûr Barzanî dibêje ku PKK’ê destekê ji HSD’ê ya ku Amerîka alîkariya wê dike digire û divê pêşî li wê were girtin û dîsa jî êrîşa li ser Eyn Îsayê.

PDK û ENKS niha dixwazin HSD’ê jî reş bikin û dîsa nêzbûna aliyên derve û dostaniya ku li gel Rojava pêş dikeve jî ji holê rakin.

 

Nûçeyên Têkildar