Navenda Nûçeyan
Duh wekîlê Wezareta Pêşmergeyan a Başûrê Kurdistanê îdia kiribû ku YPG`ê êrîşî hêzên pêşmergeyan kiriye.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) girêdayî mijarê daxuyaniyek da û piştrast kir ku hêzên wan tu êrîş nebirine ser hêzên pêşmergeyan.
Di daxuyaniya fermandariyê de wiha hat gotin:
“Ji çapemeniyê û raya giştî re
Hêzên me êrîşî hêzên pêşmergeyan nekirine û em rêzê li hemberî serweriya herêma Kurdistanê digirin.
Di salên derbasbûyî de bi awayekî daîmî pêvajoyên hevrêziya hevbeş di navbera Rojava û herêma Kurdistanê de hebûn û berdewan dikin. Ev peywendî di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ û pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê de dihatin kirin. Di encama vê hevrêziyê de gelek aloziyên ku li ser sînor rû didan, çareser dibûn.
Hêzên me di 16`ê kanûnê de, li nêzî navçeya Sihêla êrîş bi ser tu baregehên pêşmergeyan de nebirine. Tu sedem tune ye ku êrîşeke wiha biqewime. Di derbarê mijarê de gelek daxuyaniyên ragihandinê hatin dayîn ku rewşê mezin dikin û ji rastiyan dûr dixin. Di rastiyê de, tiştê ku qewimî di encama peywendî û hevrêziya kêm di navbera me û kes û saziyên peywendîdar ên herêma Kurdistanê de bû.
Berovajî wê, em weke Yekîneyên Parastina Gel rêzê li hemberî xweseriya herêma Kurdistanê digirin û bang li wan dikin ku dev ji siyaseta êrîşkariyê, provokasyonan û tawankeriyê berdin. Divê hemû pirsgirêk bi rêya danûstandin û diyalogê werin çareserkirin.”