PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Rojnameyên erebî: Li Şamê aloziyeke nû

Rojnameyên erebî yê îro der barê rewşa jiyanî ya li herêmê di bin desthilatiya hikûmeta Şamê û her wiha rewşa Qerebaxê û aloziya Lîbyayê de nivîsîn

Navenda Nûçeyan

Aloziyeke nû li şamê

Der barê rewşa jiyanê ya li paytexta Sûriyê Şamê rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: “Pirsgirêkên welatiyên Şamê her zêde dibin, hikûmet êdî nikare pêdiviyên jiyanî yên sereke peyda bike. Li pêşiya cihên sotemeniyê û firnan xelk rêz dibin, tişt pir buha ne, her wiha ji ber qutbûna kehrebê û kêmbûna alavên germkirinê welatî astengiyan dikşînin.”

Li herêmên di bin desthilata hikûmetê de kehrebe hin saetên diyar hene, ji ber ku di encama şerê ji Adara sala 2011`an de, gelek stasyonên kehrebê û xetên gazê û saziyê petrolê jî hatine ruxandin.

Ji ber vê rewşê jî hin taxên der dora şamê bi şevê di nava tariyê de dimînin, kesek li kolanan namîne, pir dikan têne girtin ji ber kêmbûna sotemeniyê nikarin jenatoran bikar bînin, lê li taxên dewlemndan ên Şamê dengê jenatoran bilind dibe.

Çavdêr dibêjin ku hikûmet dê di demên pêş de, buhayê kehrebeya malan û yên saziyên pîşeyî û bazirganiyê zêde bike, ji xwe berê jî buhayê benzîn, mazot û nan zêde kiribû.

Îsraîl aloziya Qerebaxê ya di navbera Tirkiyê û Îranê de bikar tîne

Der barê arîşa li Qerebaxê rojnameya El-Ereb nivîsî:”Eger mirov geşedanên piştî ku serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan helbest xwend, bişopîne, diyar dibe ku Îran çawa aciz bû, ji ber ku ew behsa hin herêmên di bin desthilata Îranê de dike. Her wiha diyar dibe ku şerê daxuayniyan û artêşan û dronan pir bi girêk e, bi taybet di navbera dijminên dîrokî ku niha hevalbendê hev in.”

Çavkaniyên Îsraîlê diyar kirin ku şerê Qerebaxê dibe bibe derfeteke guhertinê ji bo Îsraîlê da ku dikaribe di navbera Tirkiye û Îranê de pirsgirêkan derbixe.

Ixwan çareseriya Lîbyayê têk dibin

Der barê geşedan û aloziya Lîbyayê rojnameya El- Beyan nivîsî:”Welatiyên Lîbyayê li bendê ne ku nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî û serokê şandeya nû Nikolai Mladenov  bighêje Lîbyayê, ku bi fermî li şûna nûnerê berê Xesan Selama hatiye erkdarkirin.

Hemwextî diyarkirina navê nûnerê nû, li Lîbyayê nîşanên têkçûna diyaloga siyasî derketin pêş, ku aliyên siyasî der barê mekanîzmeya hilbijartina serokatiyên rêveber yên meclisa serokatiyê, negihiştin encamekê, ji ber “Ixwan” her astengiyan çêdikin. Konseya Ewlehiyê ya navdewletî jî duh xwest ku hemû çeteyên biyanî ji Lîbyayê derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar