Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mam Beşîr bi merasîmek hat oxirkirin

Cenazeyê endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Beşîr (Hesen Dûtar) li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bi merasîmek hat veşartin

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî, Mam Beşîr di 14’ê kanûnê de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mam Beşîr (Hesen Dûtar) îro danê sibehê bi karwanek wesayîtan ji bajaroka Xanesorê ber bi Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ve hate oxirkirin.

Piştî ku cenazê Mam Beşîr gihîşt Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ji aliyê şervanên YBŞ’ê bi merasîmekê hate pêşwazîkirin.

Di merasîmê de Fermandarê YŞB’ê Tirêj Şengalî axivî, di serî de ji malbatê re sersaxî xwest û  bal kişand li ser planên qirêj ên li ser Şingalê. Şengalî diyar kir ku di kesayeta Mam Beşîr de plan hatin pûçkirin û wiha got: “Em ê heta dawî xwedî li têkoşîna Mam Beşîr derketîn û ji bo destkeftiyên Şengalê em ê têkoşîna wî israr bikin.”

Li ser navê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî axivî. Hisên Hecî balkişand ser têkoşîna Mam Beşîr a 37 salan û diyar kir ku di her kêliyê de ji bo azadiya Kurdistan û azadiya gelê xwe bê navber têkoşiya û got ku xeyala wî hebû li gel Mam Zekî were veşartin.

Hevjîna Mam Beşîr, Sebriye Dûtar jî li ser navê malbatê axivî û di serî de ji gelê kurd û Rêber Ocalan re sersaxî xwest û wiha got: “Me şehîdek 37 salan da. Rûmeta gelê kurd û xelkê Şengalê ye.”

Endama TAJÊ’yê Niam Şemo jî diyar kir ku wê weke tevger heta dawî şopdarên têkoşîna Mam Beşîr bin û got ku ji bo xweseriya Şingalê Mam Beşîr bê navber têkoşiyaye.

Piştî axaftina cenaze bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Şingalê’ û ‘Bijî rûmeta Şingalê’ ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hate veşartin.

Her wiha dê li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan konê sersaxiyê bê vedan. Li gorî rê û resmên ola êzidiyan dê ji bo 5 rojan konê sersaxiyê dewam bike. ŞINGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar