Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji dengê girtiyan re bibin deng

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyan li dijî tecrîdê dan destpêkirin, di roja 21’emîn de didome. Girtiyan diyar kirin ku heta tecrîd neyê şikandin dê çalakiya xwe bidomînin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku girtiyan PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dan destpêkirin, berdewam dike. Çalakiya ku ji aliyê koma 5’emîn ve tê domandin ket roja 21’an.

Girtiyan diyar kirin ku sedema binpêkirina mafên li girtîgehan tecrîda li ser Ocalan e. Xizmên girtiyan jî anî ziman ku daxwazên girtiyan daxwazên wan e û bang kirin ku ji çalakiyên greva birçîbûnê re bibin deng.

Serhat Karsû yê ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe de, ragihand ku ew ê jî bikeve çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: “Sedema bingehîn a ketina me ya çalakiya greva birçîbûnê rakirina tecrîda li ser birêz Abdulah Ocalan e. Em bi biryar in ku çalakiyên xwe dewam bikin.”

Birayê Karsû, Necat Karsû jî destnîşan kir ku birayê wî di çalakiya grevên birçîbûnê ya 2018’an de jî cih girtiye û wiha got: “Daxwaza me ew e ku daxwazên girtiyan bi cih werin û aştiyek pêk were. Bila neheqî û zilma li ser girtiyan bê rakirin. Daxwazên wan daxwazên me ne.”

‘Armanc şikandina tecrîdê ye’

Erkan Tamîr ê piştî 3 salan beriya 2 mehan ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4 a Şakrana Îzmîrê hatibû berdan jî, diyar kir ku armanca çalakiya greva birçîbûnê ya bingehîn, bi şikandina tecrîdê azadbûna Ocalan e û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku civak azad bibe divê Ocalan azad be. Bi vê paradîgmayê jiyanek hat avakirin û heta ku em hebin wê wiha jî berdewam bike. Ji ber wê yeke heke ev paradigma nebe tu wateya jiyanê jî namîne. Ji ber wê ev têkoşîn tê meşandin.”

Her wiha Tamîr dest nîşan kir ku ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê serbikeve divê ji derve bernameyeke baş bê amadekirin û xwest ku hemû derfet bi awayekî baş werin bikaranîn û ji dengê girtiyan re bibin deng. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar