Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji malbatên girtiyan banga piştgiriyê

Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Ocalan ketine greva birçîbûnê, xwestin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û ji bo piştgiriyê bang li her kesî kirin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û Bİdorveger a girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin, ji 27’ê Mijdarê ve didome. Niha koma 5’emîn di grevê de ye. Girtiyan di peyamên şandin de destnîşan kirin ku heya tecrîd neyê şikandin dê têbikoşin û xizmên wan jî xwestin ku rojek berî rojekê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.

Yek ji girtiyên ku ket greva birçîbûnê jî Botan Tîmûr e. Tîmûr 5 sal in di Girtîgeha Tîpa T ya Wanê ye. Dayika wî Zubeyde Tîmûr, anî ziman ku kurê wê di sala 2018’an de jî li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê û wiha got: “Heqê kesî tune ye ku zarokên me têxin vî halî. Îşkenceyê li girtiyan dikin. Pêdiviyên wan nadin wan. Rojname û pirtûkan nadin wan. Her roj diavêjin ser odeyên wan. Em van tiştan qebûl nakin.”

Bangawazî

Dayik Tîmûr da zanîn ku daxwazên girtiyan ne ew daxwazin ku neyên qebûlkirin û xwest malbat jî li dijî tecrîdê rabin û ev tişt anî ziman: “Hin girtî nexweş in û wan nabin ser bijîşk. Dermanên wan jî nadin wan. Ez bixwe diçim dibînim, rewşa wan. Gava ez diçim cem kurê xwe û pê re diaxivim binpêkirinên li girtîgehê radigihîne. Kurê min dibêje dê li ber îşkence û zilmê li ber xwe bidin. Em jî divê alîkariya wan bikin û bibin dengê wan.”

Şert û mercên girtîgehan

Dîlan Yildirim jî di greva birçîbûnê de ye. Yildirim 4 sal in di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê ye.

Dayika wê Saniye Yildirim, xwest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û greva birçîbûnê bi dawî bibe û wiha got: “Gava bi keça xwe re diaxivim, dibêje şert û merc pir giran in. Keça min dibêje gava nexweş dikevin ancax 4-5 meh şûn de wan dibin nexweşxaneyê. Xwarin kêm e. Bi derfetên xwe jiyana xwe didomînin. Dixwazin hem tecrîda li ser wan bê rakirin hem jî nexweş bên tedawîkirin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar