Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Eyşe Şan: Dengê şadî û êşê

Fatê Xan

Min Eyşe Şan di zaroktiya xwe de bi dengê diya xwe nas kir; dema ez zarok bûm diya min karek dikir di ber xwe de stranên Eyşe Şanê digotin loma her cara ku li stranên Eyşe Şanê guhdarî dikim wêneyê zaroktiya min tê ber çavê min.

Di ser wefata Eyşe Şanê re 24 sal derbas bûne lê hê me wek ku cara ewil dengê wê bihîstibe her car bi coş û kelecan guh didin dengê wê. Ev deng carinan bi “Kirasê te”, “Lê lê Ximşê” û “Lê lê Wesê” dilê me şad dike carina jî bi “Heywax Dayê” û “Qederê” dilê me diêşîne. Bi navê Eyşe Şana Kurd, Eyşe Xan û Eyşana Elî tê naskirin.

Eyşe Şan di sala 1979’an de li Iraqê beşdarî radyoyekê bûye û di axaftina xwe de wiha behsa jiyana xwe kiriye: “Ez di sala 1938’an de li Diyarbekirê ji dayik bûm, em çar zarok, ji sê keçan yek jê ez im. Diya min Heciyê Xanim e, bavê min dengbêjê navdar Osman bû ku ew jî ji eşîreta Cibaniyan e. Malbata min gelekî dîndar e. Ez ne wek tu kesî bûm, bala min li ser muzîkê bû. Ez di bin bandora bavê xwe de mabûm. Cara ewil min muzîk li dîwanên dengbêjan ên li mala me nas kir. Bavê min baştirîn dengbêjê wê serdemê bû, ez gelekî di bin bandora dengê wî de dimam, lê min nikarîbû stran û klam bistira.

Min di zaroktiya xwe de perwerdeya dînî dît, ji ber wê min mewlûd, qesîde û Quran dixwend. Dema min dixwend kesên li min guhdarî dikirin digiriyan, dengê min pir bandor li wan dikir, lê min dixwest ez stranan bistrêm. Di demên ewil de min bi ya dilê xwe kir û got lê ji ber ku dema ez 9 salî bûm bavê min wefat kir, kesên li derdora min nedihiştin jin stranan bistrên, li dijî vê bûn loma êdî min tenê mewlûd û îlahî xwendin.

Rojekê li dîwana dengbêjan stranên bavê min distran lê xelet distrandin. Ez gelekî pê êşiyam, bi rojan ez giriyam. Ji ber vê min ji xwe re got ez ê dest bi muzîkê bikim û stranên bavê xwe yên nîvî mane temam bikim.”

Serpêhatiya Eyşe Şanê ya muzîkê ev e. Wê di bin zext û zehmetiyên civakî yên wê serdemê de xwe avêt bextê stran, klam û hunerê û xwe ji hemû tiştên din bêrî kir. Dema xwest bi kurdî stranan bistrê ji hêlekê ve civakê xwest rê li ber bigire ji bo ku jin bû, ji hêla din ve ji bo ku bi kurdî bû dewletê bi qedexeyan xwest rê li ber bigire. Eyşe Şanê ne tenê bi hişmendiya baviksalar re her wiha bi dewleta nêr re jî têdikoşiya ji bo xewn û xeyalên xwe.

Ji ber zextên derdorê ji Amedê derdikeve û berê xwe dide Dîlokê (Entab) li wir bi alîkariya Naîl Bayşu di radyoyekê de dest bi muzîkê dike lê ji ber ku kurdî qedexe bû du salan mecbûr ma ku bi tirkî stranan bistrê.

Li Dîlokê hem bi hesreta welatê xwe hem bi hesreta zimanê xwe jiyaye. Di sala 1963’yan de berê xwe dide Stenbolê û li wir bi stranên kurdî gelek konser dan, kaseta xwe yê yekem bi kurdî-tirkî belav kir. Di vê kasetê de stranên mîna “Lê lê Ximşê”,”Lorkê”, “Siverek Yollarinda” û “Gurtbette” hene, lê bi strana xwe ya “Ez Xezal im” li wir navûdeng da. Li wir jî stranên kurdî qedexe bûn lewra ji wir berê xwe dide Almanyayê û li wir keça wê ya 18 mehî Şehnaz wefat dike. Li xerîbiyê derdê keçika wê dikeve ser dilê wê, bi strana ‘Qederê’ kula keça xwe dilorîne. Êdî li wir debar nake û bi sê zarokan vedigere Stenbolê lê merivên wê ew li wir aciz dikin, zarokên wê jî terka wê dikin.

Eyşe Şan bi tena serê xwe berê xwe dide Bexdayê û li wir di sala 1979’an de di Radyoya Bexdayê de bi navê Eyşana Elî stranên xwe dibêje. Li wir dengbêjên muzîka kurdî yên bi navûdeng, Meryem Xan, Mihemed Arif Cizrawî, Hesen Cizrawî, Tehsîn Taha û Îsa Berwarî nas dike û bi wan re gelek caran konser li dar xistine û stran gotine. Di vî warî de Radyoya Bexdayê bi kêrî muzîka kurdî hatiye, gelek stranbêj û hunermendên kurd li wir dengê xwe li nav gel belav kirine. Li gel stranên xwe yên li ser êşa xerîbiyê bi stranên “Werin Pêşmerge û “Newroz û Diyarbekir” dengê xwe di nav têkoşîna azadiyê de belav kiriye. Eyşe Şan jiyana xwe ya bikul û êş bi van gotinan vedibêje: “Bindestî êş, kul û derdekî mezin e, eger welatekî me yê azad hebûya, ew ê gelê me qîmeta çanda xwe zanîbûna. Em ê xwe ji bo welatê xwe feda bikin”

Eyşe Şana ku bi hesreta diya xwe dinaliya beriya ku diya wê wefat bike xwestiye diya xwe bibîne lê mixabin bêyî ku diya xwe bibîne diya wê wefat dike û Eyşe Şan bi vê êşa giran stranan “Heywax Dayê” li ser hesreta diya xwe dilorîne. Eyşe Şan hesret û kula dilê xwe bi van gotinan vedibêje: “Heywax dayê, xerîb im dayê, heywax dayê bêkes im dayê, kesê min nema li vê dinyayê, derdgiran im daye.”

Eyşe Şanê jiyaneke bikul û keser bihurandiye. Kulên dilê xwe; kula xerîbiyê, ya keça xwe, ya diya xwe bi stranan hinekî aş kiriye û heta roja me ya îro nav û dengê wê hatiye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar