Alan Meîş
Çima YPG? Bersiva vê pirsê di manşetên çapemeniyê û daxuyaniyên rayedarên PDK’ê de bi awayekî zelal tên dîtin. Di demeke ku berê gelê kurd li aloziya li başûrê Kurdistanê bû û hema li benda rêbazeke çareseriyê bûn, wezreta pêşmergeyan “YPG bi pêkanîna êrîşekê li dijî wan” tawanbar kir. Gotina navê YPG’ê êdî berê metirsiyan li ser Rojava û weke zemîna êrîşekê ji dewleta tirk re ye. Hewce nake ku ev mijar gelekî bê şîrovekirin, daxuyaniya wezîrê karê derve yê dewleta tirk Mevlud Çavuşoglu ku dibêje “PKK û YPG êrîşî kurdan dikin” plana li dijî Rojava aşkera dike.
Metirsiya li ser rojavayê Kurdistanê ne tenê pêkanîna êrîşekê ye, lê belê li ser xeta têkbirina têkliyên di navbera HSD-YPG û hevalbendên wê Koalîsyona Navdewletî de tê lîstin. Ji ber ku hem wezareta pêşmergeyan û hem jî serokê hikûmeta başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî giliyên her du hêzan ji koalîsyonê re kirin û “desteknedayînaleşkerî” weke daxwaza bingehîn tê dîtin. Helbet ev daxwaz ji serdanên dîplomatîk ên ji Rêveberiya Xweser nayê cudakirin. Di vê demê de gelek welatan danûstandin bi rêveberiyê re kir û xuyaye vê yekê tirsek bi Tirkiye û PDK’ê re çêkiriye ku ne dûr e Rojava weke statu bê qebûlkirin. Ji van daxuyaniyên li dijî YPG’ê wisa dixuyê ku li dijî statuya rojavayê Kurdistanê ne. Nexasim ku wezîrê karê derveyê yê Iraqê Fûad Husên û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser navê têkiliya aborî li pey hev serdanaTirkiyeyê dikin, lê belê mijar dîsa şerê li dijî PKK’ê û statuya Rojava ye.
Gelo çi têkiliya vê yekê bi guhertina serokê Amerîkayê re heye. Niha Donald Trump pelûpolêt xwe ji Koşka Spî bar dike û Joe Biden kabîneya xwe saz dike. Piştî hemû hewldanên Tirkiyeyê yên der barê têkbirina têkiliyên di navbera HSD û Amerîkayê de, niha bi destê kurdan dixwazin vê armancê bi cih bînin. Di heman demê de helwesta başûrê Kurdistanê, tirsa pêkanîna êrîşekê li dijî Rojava heye. Bi taybetî bi zêdebûna hêzên PDK’ê li ser sînor, herêma Dêrikê û heta bi deriyê Sêmalka, dikeve bin gefeke mezin. Armanca wê jî fetisandina Rojava ye.
Girêdayî bi heman helwestan, dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî tê bîra me, gelo bi van helwestan kuştin, guhertina demografîk û talankirina dîroka kurdan nayê rewakirin? Gelo destekê nade êrîşên li dijî Eyn Îsa û rêya M4 ya navdewletî? Helbet ev hemû pirs di serê me de ne û bersiva wan jî di çend rojên derbasbûyî de derketin holê.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi serkêşiya Mazlûm Ebdî hewl dide yekrêziyeke kurdî li Rojava di navbera PYNK û ENKS’ê de ava bike, lê bêle derketina aloziyan li Başûr û propgandaya li dijî YPG’ê, dê bandoreke mezin li wan danûstandinan bike û ne dûr e rawestandina wan jî ji ber vê sedemê ye. Piştî van hemû sedeman, mirov dîsa dikare bêje: Çima YPG? Ji ber ew hêza pêkanîna statuya rojavayê Kurdistanê ye.