Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dek û dolabên midûriyeta polîsan

Kesên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê tên sekinandin, bi awayekî devkî û fizîkî êrîş biribûn ser HDP'iyan. Her sê HDP'î bi hinceta ku giliyê wan hatiye kirin hatibûn binçavkirin. Lê belê piştî ku polîsan wan bir midûriyetê, 6 saet şûn de derbarê wan de biryara binçavkirinê hat dayîn

Êrîş û hewaretên kesên ku bi telîmata wezareta karên hundir li ber avahiya HDP’ê ya Amedê hatine rûniştandin, didomin. Di 10’ê kanûnê de ev kesên ku bi îdiaya zarokên wan hatine revandin li ber avahiya partiyê hatine rûniştandin, bi awayekî fizîkî û devkî êrîş biribûn ser şêwirmendê parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, Kenan Canpolat, endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kezban Kûday û endama partiyê Afîfe Kartalê. Piştî êrîşê giliyê wan hat kirin û her sê HDP’î hatin binçavkirin.

Canpolat, Kûday û Kartalê bi tawanbariya heqaretê birin Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê. Di dema îfadeyê de derbarê çalakiyên ku tev li bûne pirs ji wan hatin kirin. Hat hînbûn ku piştî 6 saetên li midûriyeta polîsan hîn nû derbarê her sê HDP’iyan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Roja din her sê HDP’î hatin berdan.

Çalakiyên HDP’ê

Kezban Kûday, destnîşan kir ku roja bûyerê heqaret li wan hatiye kirin û wan tenê ji wan kesan re gotiye ‘bi terbiye bin’ û wan heqaret nekiriye û wiha got: “Jixwe şêwaza partiya me her tiştî nîşan dide. Hem helwesta min hem jî ya hevalên min bi vî awayî bû.”

Kûday da zanîn ku tişta ku qewimiye tiştekî edlî bûye lê belê cardin wan birine TEM’ê û ji ber ku endama meclisa ciwanan e, di lêpirsîna li TEM’ê de çalakiyên ku tev li wan bûye jê hatiye pirsîn û polîsan xwestiye çalakiyên wan wekî çalakiyên îllegal nîşan bidin.

Her wiha Kûday destnîşan kir ku kesên li ber avahiya partiyê hatine rûniştandin, ji aliyê polîsan ve tên bikaranîn û diyar kir ku li midûriyeta polîsan pirsên wekî ‘Tu ji bo çi li van dera yî? Tu ji ku derê yî, tu çima hatî?’ jê hatine pirsîn.

Hem heqaret hem jî binçavkirin

Afîfe Kartal got ku gava diçû hundirê avahiya partiyê, heqaret lê hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Keça min a biçûk li cem min bû. Gava sixêf kirin, min çarika serê xwe nîşan da û ji wan re got ‘Diya we jî heye, keça we jî heye û zarokên we jî hene, ma hûn fedî nakin?’ Gava ji avahiyê derketim polîsan dora min girt. Paşê bi hinceta giliyê min hatiye kirin, ez binçav kirim. Min jî li midûriyeta polîsan giliyê wan kir.”

Kartal destnîşan kir ku li emniyetê merasîmên cenazeyên ên tev li wan bûye û grevên birçîbûnê jê hatine pirsîn.

Li emniyete biryara binçavkirinê hat girtin

Her wiha şêwirmend Kenan Canpolat jî anî ziman ku derbarê wan de tu biryara binçavkirinê tune bû lê belê dîsa jî hatine binçavkirin û piştî hatine binçavkirin 6 saet şûnde biryara binçavkirinê hatiye girtin û wiha got: “Parêzerê min hat, pirsî bê biryara binçavkirinê û îfadeyê heye yan ne. Paşê em hîn bûn ku em bi kirineke kêfî re rû bi rû mane. Polîsan got, ‘Bisekinin em hewl didin biryara binçavkirinê bigirin.’ Piştî biryara binçavkirinê hat, em şevekê di hucreyê de man. Roja din em bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. Derbarê vê bûyerê de tenê pirsek ji me kirin. Lê belê civîn û çalakiyên ez tev li wan bûme jî ji min pirsîn.”

Her wiha Canpolat diyar kir ku tişta ku hatiye kirin politikaya tepisandinê ye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar