Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

HPG: Baweriya xwe bi nûçeyên derewîn neynin

HPG'ê têkildarî nûçeyên li hin saziyên çapemeniyê û hesabên medya dîjîtal ku îdîa dikin li ser rêya bingehîn a Sîdekanê bombe hatiye bicihkirin, daxuyaniyek da

Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bila kes baweriya xwe bi nûçeyên derewîn neyne.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Hin organên çapemeniyê û hesabên medya dîjîtal îdîa kirin ku PKK’ê bombe li ser rêya bingehîn a nehiya Sîdekanê bi cihkiriye. Ev nûçeyên hatine weşandin nûçeyên bi zimanê medya şerê taybet hatine amadekirin û nûçeyên şaş û derewîn in. Dost û dijmin her kes zane ku hêzên me yên gerîla ti carî nekeve nava hewldaneke bi vî rengî ya li hemberî gelê xwe. Nûçeyên bi vî rengî yên derewîn ên li dijî tevgera me, xizmetê ji armancên provokatîf dikin. Divê dest ji hewldanên bi vî rengî bê berdan ku ne li gorî berjewendiyên gelê kurd e. Bila gelê me û bi taybetî jî xelkê herêmê baweriya xwe bi nûçeyên wiha derewîn û provokatîf neyne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar