Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HRW: Destwerdana leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyê li ser hesabê bacên gelê Rûsyayê ye

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) diyar kir ku hikumeta Rûsyayê bi milyonan dolarên ku ji gelê Rûsyayê distîne, ji bo destwerdana leşkerî li aloziya Sûriyê bi kar tîne

Navenda Nûçeyan 

Human Rights Watch da zanîn ku: “Di demekê de hemû aliyên şerê Sûriyê qanûnên şer binpê dikin, Rûsya jî bê ser û ber dibistan, nexweşxane û sûkan topbaran dike. Hikumeta Rûsyayê bacên ku ji gel standine bi milyonan dolaran in, ji bo wê yekê bi kar anîne.”

Rêxistinê destnîşan kir dibe ku welatiyên rûs ên bac dane, nizanin ku bi wê yekê binpêkirinên li ser hesabê wan fînanse dikin û diyar kir ku bacên ji gelê Rûsyayê tên standin ji bo topbarana nexweşxane û dibistanên li Sûriyê tên bikaranîn.

Rûsya bi rêya belavkirina balafirên şer û yên bêpîlot, leşkerên ji hêza çekdar, şêwirmendên leşkerî, çavdêrên asîmanî dest bi şerê Sûriyê werdide da ku piştgiriya hêzên hikumeta Şamê bike û wan perwerde bike.

Li gorî rêxistinê, zêdetirî 20 milyon welatiyên Rûs xizan in û gelek ji wan nikarin xizmetên sereke wekî tenduristî, xwarin û perwerdeyê bi dest bixin. Her wiha welatiyên Rûs ên metirsîdar li dijî hikumeta welatê xwe bikevin nava tevgerê.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 6 mehên destpêkê yên destwerdana leşkerî li Sûriyê de îdia kiribû ku ji ber şer welatê wî nêzî 33 milyar rûble xerc kiriye. Lê belê rayedarekî hikumetê ku nexwest navê xwe eşkere bike, di dawiya 2015`an de ji dezgehên çapemeniyê re eşkere kir ku ji ber şer Moskov rojane 244 milyon rûble xerc dike ku piştre ew hejmar bû 444 milyon rûble.

Raporeke din eşkere kir ku ji ber şerê Sûriyê, Rûsya ji îlona 2015`an ve heta adara 2018`an nêzî 245 milyar dolar rûble xerc kiriye, ku 209 milyar rûble tenê ji bo êrişên asîmanî bû.

Rêxistinê destnîşan kir ku di 5`ê çileya 2020`an de bi taybetî Dibistana Xalid Bin Beşîr a seretayî ya li herêma Erîha (ya girêdayî Idlibê li bakurê Sûriyê) hatiye hedefgirtin ku berpirsên rûsî û sûrî gotibû êrişên wan li Idlibê li dijî “terorîstan” pêk tên.

Rêxistinê ku agahiyên xwe spart şahidbûna 100 qurbaniyan û bi dehan wêneyên ji asîman hatine kişandin û zêdetirî 550 dîmenan, di wê êrişê de û di 45 êrişên din de, ne çekdar, ne jî armancên leşkerî hebûn.

HRW her wiha destnîşan kir ku êrişên domdar li dijî binesaziya herêmên bi sivîlan dagirtî pêk hatine û tu armancên leşkerî yên diyar li wê derê tune bûn û got dibe ku armanc ew be ku sivîl nikarin debara xwe bikin û neçarî koçberiyê bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar