PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Di biryarên fermî de ‘Tevgera Tofanê’ li ser çapemeniyê ‘Vegera Li Jiyanê’

Ronî Mûnzûr

Beriya niha bi 20 salan di 19’ê  kanûna 2000’an de li 20 zindanên Tirkiyeyê di heman demê de mudaxaleya leşkerî hat kirin. Dewletê bi xwe ji vê mudaxeleyê re gotibû “Vegera Li Jiyanê”. Lê paşê di nav biryarên fermî de derdikeve holê ku  wan navê “Tevgera Tofanê”  li vê mudaxaleyê kirine. Yanî her çiqas di daxuyaniya ji raya giştî re hatkirin de navekî bêguneh û însanî “Vegera Li Jiyanê” lê hatibe kirin lê di rastiya xwe de “Tofan” e û armanc qirkirin e. Ev her du nav lêkirin tenê têrê dike ku derew û durûtiyên dewletê derkevin holê.  Ji gel re navekî din dibêje lê tişta di rastiyê de dike komkujî ye.

Operasyona 19’ê kanûnê sê roj û nîvan domand. 30 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Girtîgehên kuştin û birîndarkirinên herî zêde lê qewimîbûn ev in: Girtîgeha Bayrampaşa,Umraniye û Çanakkaleyê. Li Bayrampaşayê 12 girtiyan jiyana xwe ji dest da, ji van girtiyan 6 jê jin bûn. Mirina jinan ne ji guleyan  bû, ji ber xaza kîmyewî bû ku avêtin qawişan. Çekên leşkeran bikaranîbûn, madeya kîmyewî, bombeyên xazê yên wek çek bi kar anîn û ev hemû çekên wisa ne ku derba kuştinê li mirovan didin.

Tişta dewlet îdia dike ev e ku, girtiyan qelaşnîkof, tiving û tûpên LPG’ê bi kar anîne. Raporên Tiba Edlî ev îdia hemû têk birine. Bi hin darizandinên derewîn xwestin rastiyê veşêrin. Kurt û kurmancî em dikarin bibêjin ku faîl li holê bûn lê bi rêya darazê faîl ji holê rakirin. Sedema grevên birçîbûnan û rojiyên mirinê ew e ku girtiyan davêjin tîpa F’yê, girtî bi grevan dixwazin ku rê li ber tecrîd û îzolasyonên hucreyan digirin. Xalek din jî ev e ku girtîgehên berê di nav bajêr de bûn û serdanên malbatan ên ji bo girtîgehan rihetir bû. Girtîgehên tîpa F’yê derxistin derveyî bajaran û bi vî awayî xwestin ku têkiliyên girtiyan bi gel re qut bikin. Bi vê yekê vî tiştî li girtiyan ferz dikin û dibêjin an hûn ê radestî me bibin an jî hûn ê mîna miriyên sax bijîn.

Navê komkujiyê kirin “Vegera Li Jiyanê” û bi vî tiştî xwestin ji gel re bibêjin me ev operasyon ji bo ku em jiyana girtiyên di rojiya mirinê de ne xelas bikin. Bi vê kiryarê armanc ev bû ku xwe bêguneh nîşan bidin. Lê rastiya di pratîkê de nîşan dide ku êrîşa wek “Tofan” bi nav kiribûn bû Tofana rast. Ji 30’î zêdetir girtî bi xazên kîmyewî hatin qetlkirin û 237 girtî birîndar bûn.

Armanca komkujiya ku navê “Vegera Li Jiyanê” lê hatibû kirin birastî ne vegera li jiyanê bû berevajî vê li girtîgehên tîpa F’yê grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê hatin domandin.Di çalakiyên grêvên birçîbûnê û rojiyên mirinê de 122 kesan jiyana xwe ji dest da. Organên ji 600 girtiyî zêdetir xisar dîtin û nîvmirî bûn. Kurt û kurmancî em dikarin vêya bibêjin ku “Vegera Li Jiyanê” jiyan tarîkirin. Xwestin di dîrokê de rûpelek reş vekin lê bi ser neketin û dê bi ser nekevin. Qirêjiyek din li dîroka dewletê ya qirêj zêde kirin.

Li gor raporên dewletê yên fermî li 48 girtîgehan bi 1159 berxwedêr beşdarî vê çalakiyê bûne. Ji 1550 çalakvanan 596 jê girtiyên doza PKK’ê ne, 563 jê girtiyên doza koma şoreşgeran e. Ji 1159 çalakvanan 282 jê berxwedêrên rojiya mirinê bûn(Girtiyên PKK’î beşdarî çalakiya rojiya mirinê nebûn, girtiyên PKK’î piştevaniya çalakiya berxwedanê dikirin)

Komkujiya 19’ê kanûnê ne ya ewil ne jî ya dawîn bû. Ji 19’ê kanûnê heta îro komkujiyên komeleyî pêk nehatine lê di nava vê demê de gelek komkujî pêk hatine. Ligel ku bi sedan girtiyên nexweş ên ji ber pirsgrêkên tendurustî nikarin bixwe jiyana xwe îdame bikin hene û lazim e bên dermankirin lê ev girtî nayên tehliye kirin û her roj cenaze ji girtîgehan tên derxistin. Cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yan heta 19’ê kanûnê gelek komkujiyên komeleyî pêk anîn.

Biqasî ku hatiye tespîtkirin, di navbera salên 1981-1993’an de 121, di sala 1996’an de 33’ê girtî di girtîgehan de hatin qetlkirin.  Her wiha di 24’ê îlona 1996’an li Girtîgeha Amedê leşker û gardiyanan êrîşî girtiyan kirin û di vê êrîşê de 12 girtiyên ji doza PKK’ê hatin qetlkirin. Di sala 1996’an de di encama grevên birçîbûnê de 12 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Ji tecrîda mutleq a li ser Ocalan ji bo bi dawî bibe bi hezaran girtiyan dest bi berxwedana greva birçîbûnê kir û 7 girtiyan çalakiya fedaî pêk anîn. Çend mînakên ku me ji paşerojê dan têrê dike ku em ji bo zindanên Tirkiyeyê bibêjin tabûtgeh.

Komkujiya 19’ê kanûnê  bû komkujiya herî mezin. Bi vê komkujiyê armanc ew bû ku Tirkiyeyê bikin bexçeyê gulên bêstrî. Lê dema ku em lê dinihêrin em dibînin ku ji wê rojê heta îro Tirkiye bi gelek pirsgrêkên giran re rû bi rû maye.Yanî dewleta faşîst bi ser neketiye, plan di destê wan de teqiyane. Pirsgrêkên girtîgehan zêdetir bûn û Tirkiye ji bo xwe li ser lingan bihêle li hundir û derve şer derdixîne, her derê dagir dike. Dema ku komkujiya “Vegera Li Jiyanê” pêk hat MHP şirîkê koalîsyonê bû, îro jî MHP şirîkê koalîsyonê ye dîsa. Îqtîdarek têra xwe faşîst li ser kar e. Komkujiya 19’ê kanûnê pêk hat. Dema ku em baş bala xwe bidin şert û mercên derve û navxweyî em ê rewşê zelaltir fêm bikin. Di hundir de qeyrana aborî heye. Nexasim têkçûna aborî ya 2001’ê di şert û mercên bi vî rengî de qewimî bû. Bi İMF’ê re peymana Stant By’ê çêkirin. Ji bo bernameya Kemal Dervîş pêk bihata diviyabû berxwedanên civakî ji holê rabûba û bihata daqurtandin. Bi komkujiya 19’ê kanûnê xwestin vê bibêjin, Dewlet nikara xwe bi rê ve bibe. Koaslîsyona sê ber a DSP-MHP-ANAP’ê xetimî bû.

Zîra  komploya 9’ê cotmeha 1998’an  dewama Şerê Kendavê yê di sala 1991’an de ye. Rêberê PKK’ê Ocalan ji Kenyayê revandin û radestî dewleta T.C’yê kirin. Armaca komployê ya bingehîn ev bû ku Rojhilata Navîn li gor daxwazên aboriya kapîtalîst ji nû ve sax bikin. Her wiha armanc ew bû ku tevgera azadiyê ya ku heremê ji nû ve ava dike tasfîye bikin. Çimkî di Projeya Mezin ya Rojhilata Navîn de cihê gelê kurd tune bû. Hebe jî dewletokek li Başûr a di pêşengiya PDK’ê de ye. Dixwestin devê kurdan bi vî tiştî bigirn. Lê Ocalan dekûdolabên wan didît. Dê Tevgera Azadiyê ji nû ve ava bike, ji tesfiyekirinê rizgar bike û ji gelan re bike hêvî. Ew kurdên ku dixwazin ji nav gelan derxînin di navenda gelan de cih girtine. Gelê kurd û tevgera azadiyê di serdema xwe ya herî xurt de ye.

Statuya YE’yê dan Tirkiyeyê armanc ji vê yekê ev e ku Tirkiyeyê ji bo planên xwe yên li ser Rojhilata Navîn bi kar bînin. Di civîna Helsinkiyê ya di 10-11’ê kanûna 1999’an de biryara vê dan. Sedema ku AKP’ê xwe ji bo îqtîdarê amade dikir ev bû; wextê kemalîzmê di encama berxwedana gelê Kurd de tije bibû. Ji ber vê yekê paradîgmaya Tirk-netew-dewlet têk çûbû û pêdivî bi sazkirinek nû hebû. Ji salên 1970’yan şûndetir wek temsîlkarê projeya emperyalîzmê ya nifşên kesk AKP-Gulen hatin îqtîdarê. Kurt û kurmancî komkujiya 19’ê kanûnê  ji bo rê li ber pratîkkirina projeya BOP’ê vekin gavek bû. Wezîrê Dadê yê wê demê H. Samî Turk, di saetên ku komkujiyê destpê kir de daxûyanî da û got: “Armanca bingehîn qedandina rojiyên mirinê nîn e, armanca bingehîn qehîmkirina otorîteya dewletê ye.” Dîsa di daxûyaniyeke xwe ya din de işaretî komkujiyê kir û got: “Piştî sibê êdî her tiştê cuda be.”  Gelo birastî jî her tişt cuda bû, demokrasi û azadî hat welêt, di serî de pirsgirêka kurd, pirsgirêkên civakî çareser bûn? Piştî bist salan pirsgirêkên Tirkiyeyê yên bingehîn her çû kûrtir bûn, çareseriya wan zortir bû. Gelo H. Samî Turk di xewa xwe de rehet radizê, di der barê faşîzma AKP-MHPê de çi difikire, dema li destên xwe yên bixwîn dinêre çi dibine?

Piştî bîst salan rewşaTirkiyeyê wiha ye: Hejmara girtîgehan nêzî 400 î bûye, ya kesên di girtîgehan de nêzî 300 hezarî bûye. Ruxmê ev qas girtîgehan jî cihê ku girtî lê razên nemaye, hejmara girtiyan 2-3 qat ji qapasîteya girtîgehan zêdetir e. AKP rûxmê ku bênavber girtîgehên nû çêdike jî lê dîsa jî têra girtiyan nakin. Gelo jiyan li derve çawa ye? Tirkiye bi tevahî di şertên faşîzmê de bûye girtîgeheke vekirî. Aborî di rewşeke berbat de ye, dolar her diçe zêde dibe. Serê zava Berat Albayrak jî xwarin. Ev çend heftene kes nizane ka li ku derê ye, deng û sedaya wî nayê.

Gelo têkoşîna gelê kurd çawa ye? Li gorî 20 sal berê bihêztir e û di hêza ku dînamîkên herêmê biguherîne de ye. DewletaTirk ji bo ku bandora têkoşîna azadiyê ya kûrewî bişkîne bi hêza xwe ya leşkerî ji Qafqasiyayê heta Bakûrê Efrîkayê operasyonên dagirkeriyê dike. Rol û rista Enwer Paşa digire ser xwe. Li gorî ku dixuyê dawiya wê dê li dawiya osmaniyan, dawiya Enwerê nû Erdoxan jî dê ji ya Enwer cudatir nebe.

Hê jî bi tecrîda giran a li ser Ocalan, xewnên ku dêtêkoşîna demokrasî û azadiyê ji holê rakin dibînin. Di serî de kurd û hêzên demokratîk, li hember tarîtiya faşîzmê bi awayekî bêhempa li berxwe dan xwe gihandine berbanga azadiyê. Berxwedana zindanan 20 roj li pey xwe hişt. Hêza dewleta tirk a jiyanê her çiqas bi teknîka leşkerî bi heybet bixuyê jî şansê wê yê ku li piyan bimîne namaye. Şansê wê ku ji vê qeyranê rizgar bibe nemaye, her çiqas wek goga pînponê di navbera Rûsya û Ameriqayê de biçe û bê jî dê ev Dewletan jî nikaribin wê rizgar bikin. Komkujiya 19’ê kanûnê dikeve sala 2’ê. Azadî bêtir nêz bûye û hêvî xurtir bûye. Siberoj di Tirkiyeya demokratik û azad de ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar