Li Dîlokê di serwîsa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Sanî Konûkoglû ya Taybet (SANKO) de, di saetên serê sibê de teqînekê rû û şewat derket. Di teqînê de 8 kes mirin. Hat destnîşankirin ku ji ber cîhazê danûstendina bêhnê teqînê rû daye.
Navê kesên di teqînê de mirin wiha ne: “Mehmet Reşît Saydanoglu (75), Fethiye Kirca (78), Naciye Ûlûkutuk (56), Abdî Hamzaoglû (68), Elîf Akgul (85), Okkaş Akbulut (69), Kahraman Taş (71) û Alî Saffet Kanpolat (64).” DÎLOK