Navenda Nûçeyan
Li ser hewldana koma çep a GÛE/NGL a redîkal a Parlametoya Ewropayê torek ji rêxistinên civaka sivîl pirtûka reş a tundî û nêzîkatiyên xirab ên li hemberî koçberên li sînorê Yekitiya Ewropayê nivîsand. ‘Pirtûka reş a têkildarî vegerandinê’ ji hezar û 500 rûpelî pêk tê û xwe dispêre agahiyên nêzî 900 kesî. Bûyerên di pirtûkê de herî kêm 12 hezar û 654 kesî eleqedar dike.
Bûyerên di pirtûkê de derbas dibin, bûyerên ji sala 2017’an û vir ve li Îtalya, Slovenya, Maceristan, Yewnanistan, Hirvatistan li gel welatên Balkanan ên weke Sirbistan û Bonsna yên derveyî YE’yê pêkhatine, vedibêjin.
Pirtûka ku ji aliyê rêxistina sivîl a bi navê ‘Border Violence Monitoring Network’ ve hatiye amadekirin, tundiya mîna bi dar, dizî, şewitandina amûrên kesî, êrîşa bi kûçikan li xwe digire.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Belga ya Belçîkayê parlamentera GÛE Cornelîa Ernst ev tişt gotiye: “Em li pêşberî bûyerên tundî, êrîşên dawî neyên û dadîst ên ne ji êşên dîktatorên bê rehm kêmtir in re hejiyan.”
Ernst bi domdarî diyar kir ku ev pirtûk dê ‘ji bo dawîanîna van sûcan û hikûmetên ji van çalakiyan berpirs’ bi kêr be.
Pirtûka di asta belgeyê de ye, roja înê radestî Komîserê Karê Hundir ê Ewropayê Ylva Johansson hat kirin.
Johansson ji AFP’ê re axivî û wiha got: “Vegerandin ne li gorî mevzûat û mafê strirîn ên Ewropayê ye.”