Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aqûbeta windahiyên xwe pirsîn

Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî çalakiyên xwe pêk anîn. Di çalakiyan de hat gotin ku  we dev jê doza xwe bernadin û sal û zeman jî ser derbas be dê doza xwe bişopînin

Xizmên Windayan û Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 619’emîn de, çalakiya heftane ya ‘Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin’ ji ber şewba vîrûsê û qedexeya derketina kolana bi onlînê li ser înternetê li dar xistin.

Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Ahmet Bîçîmlî (55) yê di 20’ê Îlona 1994’an de, dema ku ji gundê xwe Korîta diçû navçeya Faqînê ya Amedê, li derdora gundê Heremşeytanê endamên Hizbûllahê rêya wî birîn, bi zorê li wesayîtek spî sîwar kirin û revandin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.

Rêvebera ÎHD’ê ya Amedê parêzer Gûrbet Yavûz çîroka Bîçîmlî xwend.

Yavûz diyar kir ku Bîçîmlî bavê 7 zarokan bû û wiha got: “Bîçîmlî zewîcî bû di sala 1994’an de, gelek caran gef lê hatin xwarin. Bîçîmlî di 20’ê Îlona 1994’an de, dema ku ji gundê xwe Korîta diçû navçeya Faqînê ya Amedê, li derdora gundê Heremşeytanê endamên Hizbûllahê rêya wî birîn, bi zorê li wesayîtek spî sîwar kirin û revandin. Şivanên wê rojê bûn şahidê bûyerê, tiştên dîtibûn înkar kirin û nexwestin şahidiyê bikin.”

Careke din agahî jê nehat girtin

Yavûz da zanîn ku endamên malbatê piştî windabûna Bîçîmlî dest bi lêgerîna wî dikin û ev tişt anî ziman: “Hevjîna Bîçîmlî bi lawên xwe re diçin Qereqola Eskerî ya Farqînê û pirsa aqûbeta wî dikin. Lê ji qereqolê tu agahiyan bi dest naxin. Li gel hemû hewldanên lêgerîna malbatê jî tu agahî ji Bîçîmlî nayê girtin.”

Her wiha Yavûz dest nîşan kir ku malbata Bîçîmlî, piştî revandina Bîçîmlî 3 salan diçe li Êlihê bi cih dibe û wiha bi dawî kir: “Malbata Ahmet piştî revandina wî, neçar dimîne ku hemû heywanên xwe bi erzanî bifiroşin û li Êlihê bi cih bibe. Malbatê serî li hemû saziyên dewletê da lê hemû hewldana wan bêencam ma. Ji wê roj û şûnde bi tu awayî agahî ji Bîçîmlî nehat girtin.”

Dayikên Şemiyê

Dayikên Şemiyê di hefteya 821’emîn de çalakiya xwe ya heftane ku li aqûbeta windayan dipirsin û dixwazin winda werin dîtin û kujer werin darizandin, ji ber Kovîd-19 li ser medya civakî li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê xwestin kujerên parêzer Faîk Candan ê ku di navbera salên 1991-1993’yan de Serokatiya HEP’ê ya Enqereyê kiriye û di 2’yê kanûna sala 1994’an de hatiye qetilkirin, werin cezakirin.

Apê Candan, Îbrahîm Candan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Faîk piştî ku ji aliyê kontrgerîla ve 8 roj tê darizandin, radestî zilamên Mehmet Agar dikin û pişt re ji aliyê zilamên Agar ve tê qetilkirin. Faîk didin ber guleyan. Dema me bûyer bihîst wek malbata wî serî li hemû rêyên yasayî dan. Piştî salan me derfet dît ku em doz vekin û dozê bi salan dewam kir. Ayhan Çarkin û Mehmet Eymur bûyeran zindî vegotin. Di danişînan de me pîroz dikirin. Digotin ‘Destê dewletê ketiye xwîna kurdan, me çi kir ji bo welat û alê me kir.’ Her tişt ji her kesî ve eyan e û li holê ye. Lê dîsa jî doz ket. Bi salan e em şopdarê vê dozê ne. Çavê dewleta Tirkiyeyê kor bûye û nabîne, guhê wê ker bûye û nabihîze. Em ê vê dozê bernedin. Sal û zeman jî bi ser ve here em ê dozê bişopînin. Tirkiye neçar van cînayetan qebûl bike. Em bi biryar in ku vî hesabî bipirsin.”

Pişt re parêzerê dosyeya Candan, Levent Kanat axivî û qala hûrguliyên dozê kir.

Beriya kuştinê jî gef lê hatine xwarin

Pişt re ji Mirovên Şemiyê Hatîce Korkmaz daxuyaniya hefteya 821’emîn xwend û qala çîroka qetilkirina Faîk Candan kir. Hatîce Korkmaz anî ziman ku Candan beriya were kuştin jî gefên kuştinê lê hatine xwarin û dema ew hatiye qetilkirin 32 salî bûye û bavê du zarokan bûye.

Korkmaz destnîşan kir ku polîsê tîmê taybet ê berê Ayhan Çarkin di îfadeyên xwe li xwe mikûr hat û qala bûyeran kir û got ku tevî hemû lixwe mikûr hatinan jî darazê kujeran beraet kir.

Her wiha Korkmaz destnîşan kir ku ew daxwaz dikin ku hesab ji kujeran were xwestin, werin cezakirin û bang li dadgehê dikin ku wezîfeya xwe pêk bînin. AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar