Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li ser medyaya civakî ferzkirina sîxurtiyê

Hema bêje her roj sîxurtî li dehan kesan tê ferzkirin lê belê ev yek niha li ser medyaya civakî jî dest pê kiriye

Gelek kesên di avêtina ser malan de tên binçavkirin, li midûriyetên polîsan sîxurtî li wan tê ferzkirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 2020’an de li 160 kesî sîxurtî hatiye ferzkirin û gef li wan hatiye xwarin. Lê belê ev yek vê carê jî li ser medyaya civakî jî dest pê kiriye. Hesabê înstagramê yê bi navê ‘Aycan Sonmez’ gef li Ramazan Aslan ê 29 salî xwariye û sîxurtî lê ferz kiriye.

Hesabê ‘Aycan Sonmez’ peyam ji Aslan re şandiye û ji Aslan pirsa du hevalên wî kiriye. Aslan diyar kir ku ev hesabê navbirî 50 hezar TL pere teklîfê wî kiriye û jê re wiha gotiye: “Ji bo ku jiyana xwe xelas bikim û di şert û mercên baş de bijîm, divê ez van her du kesan bidim dest. Min jê pirsî, ‘Ma tu ne dewlet î? Tu evqas bihêz î. Here, tu wan kesan bibîne.’ Paşê sixêf kirin. Vê carê jî gef xwarin û got; Em ê nehêlin tu rihet bibî.”

Gef li malbat û hevalên wî xwarin

Aslan da zanîn ku heman hesab vê carê gef li malbata wî û hevalên wî xwariye û piştî wî, malbata wî û hevalên wî vî hesabê navbirî asteng kirine, vê carê hesabê bi navê ‘Merve_kanar21’ gef lê xwarine û peyama ‘Merheba Ramazan, birayên te serdana te kirin?’ şandiye û ev tişt anî ziman: “Ji min re got, ‘Tu ji bo me pir girîng î. Em qîmet didin te. Lewma me te negirt. Heger tu teklîfa me qebûl nekî, em ê nehêlin tu rihet tevbigerî.”

Gilî kir

Her wiha Aslan anî ziman ku gelek kesên li Taxa Şevket Sumer û Taxa Guneşê bi heman gef û ferzkirinên sîxurtiyê re rû bi rû dimînin û got ku giliyê van kesan kiriye û serî li ÎHD’ê ya Mêrsînê daye. MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar