Li paytexta Afganistan, Kabulê teqînek mezin pêk hat. Tê gotin ku teqîn bi rêya wesayîtek bombekirî pêk hatiye.
Wezîrê Karê Hindir ê Efganistanê Mesud Enderabî li ser bûyerê ev agahî parve kir: “Di encama teqînê de 9 kes mirine û 20 jî birîndar bûne. Hedefa wesayîta bombekirî, karwana otomobêla parlamenterê afganî Mihemed Werdek bû. Parlamenter Mihemed bi xwe jî birîndar bû.”
Heya niha tu koman êrîşê ne girtiye ser xwe. KABUL