Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Heger kurd li dor stratejiyeke hevpar tevnegerin dê perçe bibin’

Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku hêzên kurd li dijî êrîşan divê bi stratejiyeke hevpar tevbigerin, an na dê perçe perçe bibin

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, qewimînên li Şingal, rojava û başûrê Kurdistanê diwewimin û serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El-Kazimî ya Tirkiyeyê nirxand.

Çîftyurek anî ziman ku paşperdeya serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El-Kazimî ya Tirkiyeyê, tunekirina statuya Şingal, başûr û rojavayê Kurdistanê bûye û diyar kir ku li Şingalê 13 sal bûn ala Kurdistanê daliqandîbû lê belê piştî ‘Peymana Şingalê’ hatiye rakirin û li şûna wê ala Iraqê hatiye daliqandin û leşkerên iraqî li herêmê hatine bicihkirin.

Çîftyurek destnîşan kir ku ev yek polîtîkayeke dagirkirinê ye û wiha got: “Armanca serdanê tenê ne Şingal bû. Ji başûrê Kurdistanê bigire heya Rojava, nîqaşkirina hemû qadan bû. Di wir de tiştekî ecêb hebû. Piştî ku Kazimî hat Enqereyê, gelek entelektuel, sazî û dû re jî Sefirxaneya Hewlêrê ya Hikûmeta Îngilîz daxuyanî da. Bi vê daxuyaniyê xwestin PKK ji herêma Kurdistanê derkeve û di daxuyaniyê xwe de gotin ‘PKK rêxistina terorê ye’. Ev qewimînine ecêb bûn. Dixwazin di nava kurdan de nakokiyan çê bikin û kurdan bera hev bidin.”

Heger kurd bi hevkarî tev negerin…

Di axaftina xwe de Çîftyurek da zanîn ku hêzên kurda divê stratejiyekê çêbikin û tiştên wekî pirsgirêkê dixuyên hel bikin û anî ziman ku heger kurd li dor stratejiyeke û bi awayekî hevkirî tevnegerin dê bibin ‘kelexeke zindî’ ya dewletên dagirker û wê dagirker wan perçe bikin û wiha domand: “Saziyên kurd diviyabû meseleya Şingalê di nav xwe de hel bikirana. Ji lewra çavê gelek dewletên dagirker li Şingalê ye. Xwesteka Iraq, Tirkiye, Sûriye û dewletên din ên dagirker tunekirina statuya başûr û rojavayê Kurdistanê ye. Armanca wan ev e. Lewma di vir de siyaseta kurd û helwesta partiyan pir girîng e. Di vî warî de diviyabû kurd xwedî stratejiyekê bin. Jixwe stratejiya dewletên dagirker diyar e. Dagirkeran ewilî Ezez, El Bab, dû re Efrîn û dû re jî bi pêşengiya Amerîkayê Girê Spî û Serêkaniyê bi dest xistin. Ev, dê bi vî awayî dewam bikin. Heger kurd pêşî li ber vê negirin, di dest wan de dê çolê erebî bimînin. Heger kurd bi hev re şer bikin, dê kes bi ser nekeve. Tişta ku dagirker dixwazin astengkirina hatina cem hev a kurdan e. Lewma Iraq îro diçe nav axa Şingalê. Sedema vê jî, astengkirina hatina cem hev a başûr û rojavayê Kurdistanê ye.”

‘Statu dê pêşî li ber kurdan veke’

Her wiha Çîftyurek destnîşan kir ku ji ber ku kurd ne yek in gelek destkeftiyên wan ji dest çûne û êrîş jî zêde bûne. Çîftyurek diyar kir ku heger partî û saziyên kurdan wekî destkeftiyên xwe li destkeftiyên Rojava û Başûr binêrin dê pêşî li ber êrîşan bê girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hem li Başûr hem jî li Rojava gelek bajar ji dest çûn. Niha stratejî û êrîş bi hev re pêk tên. Kurd, divê pêşî li ber vê bigirin. Heger kurd yekitiya xwe çênekin û li gor stratejiyekê tevnegerin dê nikaribin bi vî awayî bidomînin. Heger kurd xwedî li destkeftiyên Rojava derkevin û statuya Rojavayê çêbibe, dê ev yek pêşiya hemû kurdan veke. Lewma divê em piştgiriya yekitiya Rojavayê bikin. Heger li Rojavayê yekitî çêbibe, dê li Başûr jî di navbera kurdan de rageşî çênebin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar