Wezareta Hundirîn ji 16’ê cotmeha 2017’an ve rê nade polîsên Kerkûkê bîlançoya kuştina jinan ji raya giştî re aşkera bike yan jî bide medyayê. Lewma ev sê sal in li Kerkûkê bîlançoya kuştina jinan bi fermî nehatiye ragihandin û li pêşiya parvekirinê astengî heye. Lê li gorî rêxistinên sivîl û çalakvanan li Kerkûkê kuştina jinan zêde ye.
Berpirsa Şaxê Komeleya Hîwa a Iraqê ya ji bo Mafê Jinan a Kerkûkê Sirdu Ehmed diyar kir ku li Kerkûkê di nava 11 mehên borî de 44 jin hatine kuştin û wiha got: “Dixwazim bêjim li beramberî vê rewşê hikûmet û hemû ferdên vê civakê, rêxistin û ragihandin berpirsyar e. Dixwazim Walîtiya Kerkûkê ji bo jinên ku gef li ser wan in stargehek aram ava bike. Divê hikûmet û dadgeh ji bo dozên jinan bibin alîkar.”
Ehmed bal kişand li ser kuştina jinan û ev tişt anî ziman: “Tenê hejmara ku me zaniye 44 jin hatine kuştin. Ji derveyî vê hinek jin veşartî hatine kuştin û diyar nekirine. Ev bîlonço zêde ye û ji bo rêveberiya Kerkûkê û Parlamentoya Iraqê zengilek gelek metirsîdar e. Eger li bajarekê 44 jin werin kuşt in, wê demê li bajarên din ên Iraqê çend jin tên kuştin û rewşa jinan çawa ye?”
Sedema kuştina jinan
Aktîvîsta Mafê Jinan Ciwan Hesen jî têkildarî sedema kuştina jinan axivî û ev tişt anî ziman: “Çend sedemên kuştin a jî xwekuştina jinan û zêdebûna tundiya li ser jinan heye. Yek ji van sedeman nexweşiya vîrûsa koronayê ya belav bûye û karantînakirina xelkê ye. Vê rewşê wiha kiriye ku rewşa aboriya xelkê xerab bibe. Vê jî bi xwe re çend pirsgirêkên civakî anî. Bi taybet xelk di nava rewşek xerab a aborî de dijîn. Vê jî wiha kiriye ku tundiya malbatî zêde bibe. Hikûmet jî warê civakî de xemsar bû.”
Hesen diyar kir ku ne tenê li Kerkûkê belku li tevahiya cîhanê tundiya li beramberî jinan û kuştina jinan zêde bûye.
Her çiqaas bi dehan rêxistinên taybet ên mafên jinan li Kerkûkê û bajarên din hene û karê wan ji bo kêmkirina tundiya li ser jinan e, lê hîn rêjeya kuştin û tundiya li ser jinan zêde ye. KERKÛK