Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Eyn Îsayê kî dixwaze çi bike?

Êrîşên li ser Eyn Îsayê ku Tirkiye bi Peymana Soçiyê soz dabû dê êrîş neke didomin. HSD li hemberî êrîşan li ber xwe dide û bersiv dide, garantora peymanê Rûsya jî ji bo berjewendiyên rejîma Rûsyayê erîşan temaşe dike

Êrîşên Tirkiye û komên girêdayî wê yên li ser bajarê Eyn Îsayê yê bakur û rojhilatê Sûriyeyê didomin.  Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heta niha li ber xwe dide û hemû êrîşên ku pêk hatine têk biriye. Hêzên rejîmê û Rûsyayê yên li herêmê jî li hemberî êrîşan bêdeng in û tenê temaşe dikin. Ev bêdengî weke geşkirina êrîşa ya Rûsyayê tê şîrovekirin.

Di êrîşên ku tên kirin de artêşa tirk bombardûmanê dikin û hêzên paramîlîter ên ku di bin navê SMO’yê hatin gel hev jî hewl didin ji bejahiyê ve bi pêş ve diçin. Cihên ku herî zêde êrîş li hemberî wan pêk tên navenda Eyn Îsa, gundên girêdayî û rêya bejahî ya navneteweyî ne. Serkêşiya van êrîşan Ehrar El Şerqîye, Tumena Hamza, Tûgayên Suleyman Şah û Tûgaya Sûltan Mûrat dikin. Lê hemû êrîşên ku ji 3 milan ve pêk tên ji aliyê HSD’ê ve vala hatin derxistin.

Li Eyn Îsayê nobeta konê

Gelên herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemberî êrîşan li navenda Eyn Îsayê kon vedan û dest bi çalakiya nobetê kirin. Ji Reqqa, Minbic, Tebqa û Kobanê gelek kes tên serdana konên ku li cem baregeha Rûsyayê hatin vedan.

Êrîş bi piştgiriya artêşa tirk

Komên çekdar ku ji bo êrîşan ji TSK’ê piştgiriya keşfê digirin, hêzeke zêdetir sewqî Eyn Îsayê kirin. Van komên ku ji TSK’ê hê zêdetir piştgirî dixwazin, amadekariya êrîşên nû dikin. Piştgiriya TSK’ê ya çekên giran, di eniyên mijara gotinê de dikevin ber çavan.

Tirkiye M4’ê dixwaze

Hevdîtinên Tirkiye û Rûsyayê yên li ser Eyn Îsa û herêmên din didomin. Li gel Peymana Soçiyê ku di 22’yê cotmeha 2019’an de hat îmzekirin jî Tirkiye, di hevdîtinan de dixwaze ku ji Eyn Îsayê heta Til Temirê li ser rêya navneteweyî ya M4’ê bi Rûsyayê re dewriyeyan biavêje û xebatên parastinê yên HSD’ê yên li derdora Eyn Îsayê rawestin. HSD jî bi awayekî neyînî li her du daxwazan dinêre.

Rûsya temaşe dike

Hevdîtinên hê jî didomin û Rûsya û rejîma Sûriyeyê jî heta niha tenê êrîşan temaşe dikin û tu bertek nîşanî êrîşan nakin. Li gel ku bombeyên TSK davêje bi qasî 300-400 metreyî dûrî baregeha Rûsyayê dikevin jî Rûsya tenê êrîşan temaşe dike. Rûsya, di hevdîtinên xwe yên bi HSD’ê re niyeta xwe rast datîne holê û êrîşên Tirkiye û komên girêdayî wê weke koz bi kar tîne.

Rûsya dixwaze ji rejîmê re bê hiştin

Rûsya, di serî de Eyn Îsa dixwaze tevahiya herêmê bike bin kontrola rejîma Sûriyeyê û bi vê jî peyam dide ku heke ev pêk neyê di êrîşên Tirkiyeyê nerawestin. Rûsya li şûna rola ku li herêmê girtiye ser xwe, Tirkiye û komên girêdayî wê sor dike. Di hevdîtinên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de Rûsya bêdengmayînê qebûl kiriye. Çavkanî: MA / Nazim Daştan Eyn Îsa

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar