Nûçegihana ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût di 17’ê kanûnê de dema ji şopandina nûçeyê vegeriya navçeya Cîzîrê ya Şirnexê, polîsan berê sîlehên xwe da ser û wî binçav kiribûn. Dûrgût ji Cizîrê sewqî Wanê hatibû kirin. Li Miduriyeta Polîsan a Wanê îfadeyên Dûrgût bi dawî bûn û wê birin Edliya Wanê. Dozger nûçeyên ku Dûrgût çêkiribû jê pirsî û piştî îfadeyên wê girt bi îdiaya ‘li ser navê rêxistinê xebat kiriye’ sewqî dadger kir û daxwaza girtinê kir. WAN