Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Divê em bi berpirsiyarî tevbigerin’

Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Sînan Kaya, xwest her kes xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan derkeve û wiha got: "Siyasetmedar û hemû kesên bi bîr û baweriya yekitiya neteweyî tevdigerin, divê bibêjin 'em ê vê peywirê hilgirin.'”

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin di roja 26’an de ye. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Sînan Kaya, ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û xwedî li çalakiya wan bê derketin bang kir.

Kaya diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan di heman demê de li ser hemû kurdan û gelan pêk tê û ji bo vê got ku tecrîd sûc e û li dijî mafê mirovan e.

Kaya destnîşan kir ku li welêt kesên xwedîgotin haya wan ji pirsgirêkên ji ber tecrîdê rû didin tune ye û wiha got: “Heger bîra van pirsgirêkan bûbûna, wê fêm bikiran ku tecrîd sûc e li hemberî mirovahiyê.”

Di axaftina xwe de Kaya anî ziman ku mafên gerdûnî yên Ocalan tên binpêkirin, hevdîtin bi telefonê, hevdîtina bi malbatê û parêzeran mafên sereke yên Ocalan in û Kaya ji bo çareserkirina pirsgsirêkên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn îşaret bi Ocalan kir û nexşerêyên wî yên berê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi bîr xist.

Bangawazî

Her wiha Kaya diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê li tevahiya girtîgehan berxwedaneke mezin rû daye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Grevên birçîbûnê, niha yên bêdem û dorveger in. Lê belê ev nayê wateya ku dê veneguherin rojiya mirinê. Êdî divê em vê berpirsiyariyê bi cih bînin. Hevalên girtî peywir û berpirsiyariya ket ser milê wan heya vê derê anîn. Siyasetmedar û hemû kesên bi bîr û baweriya yekitiya neteweyî tevdigerin divê bibêjin ’em ê vê peywirê hilgirin.’ Ên pêşengiya hemû pêvajoyên hatine xitimandin kirine hevalên me yên di zindanan de ne. Divê em tecrîda li ser Rêber Ocalan tarûmar û perçeperçe bikin. Gava gelê bi vê berpirsiyariyê tevbigere wê careke din tecrîdeke bi vî rengî pêk neyê.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar