Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê duh 22 sal û 3 meh cezayê zindankirinê li hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven birîbû û biryara girtina wê dabû. Guven duh bi şev li mala parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Îro piştî Guven ji Miduriyeta Polîsan a Amedê birin Edliya Amedê biryara girtinê li rûyê wê hat xwendin û ew şandin Girtîgeha Amedê ya Jinan.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi boneya ku hevseroka KCD’ê Guven, li mala parlementer Semra Guzel bûye bi bayê bezê xist ber lêpirsînê. Dozgeriyê bi hinceta ‘sûcdar veşartiye’ derbarê Guzel de lêpirsîn da destpêkirin. AMED