Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Girtina Leyla Guven hat şermezarkirin

Girtina Leyla Guven ji aliye bi daxuyaniyan hat şermezarkirin. Di daxuyaniyan de hat gotin ku çi li hundir çi li derve ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û cezayên bi dijminatî nas nakin

Navenda Nûçeyan 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk  (KCD) Leyla Guven di çarçoveya doza xwe ya ku duh li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de ku 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birin duh bi şev li mala parlamentera HDP Semra Guzel a li Peyasa Amedê hat binçavkirin û girtin.

Girtina Guven ji aliye rêxistin û saziyan ve hat şermezarkirin.

Têkildarê girtina Guven HDP li ber deriye avahiya xwe ya li Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. HDP’ê ya navçe û bajêr, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan ya HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliye berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Eylem Amak ve hate xwendin.

Amak di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser cezayê ku bi awayê bêhiquqî li Leyla Guven hatiye birîn û wiha got: “Sala derbas bûyî bi şeklek bê hiqûqî parlementeriya Leyla Guven xistin. Di doza ku li Amedê dane destpêkirin de 22 sal û 6 meh ceza jê re birîn. Ev biryar biryarek bi dijminatî hatiye dayîn e. Ev carek din da nîşankirin ku pergala darazê li gorî daxwaza îktîdarê biryaran digire. Ev nêzîkatiya bi dijminatî hatiye kirin ne li dijî Leyla Guven li dijî hemû gelê kurd û rêxistina jinan e.”

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de Amak ev tişt anî ziman: “Leyla jineke têkoşer ku  jiyana xwe di oxira aştiyê de dayî ye. Bi girtinan ne Leyla Guven ne jî em serî ditewînin. Di heman demê de Leyla hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk e ku ev rêxistin di pêvajoyên herî  xeterdar de rol lîstiye, KCD muhatabê çareseriya hemû pirsgirêkan e.  Krîmînalîzekirina KCD’ê bi van rêbazan vala ye. Ev rêbaz bi dehan car hatine ceribandin û encam negirtine. Weke Leyla Guven gotiye em dubare dibêjin di hundir de û ji derve em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em van cezayên bi dijminatî hatine dayîn nas nakin.”

Daxuyaniya TJK-E’yê

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî girtina Leyla Guven da.

TJK-E’yê diyar kir ku bi ceza û girtinan ne Guven ne jin û ne jî kurd dev ji têkoşînê neqerin, berevajî dê hêrsa wan hîn zêdetir be û wiha got: “Ev biryara bi dijminatî ne tenê dijî Leyla Guven, KCD’ê dijî hemû jinan, kurdan û derdorên demokratîk e.”

TJK-E’yê bi domdarî diyar kir ku ew cezayê nehiqûqî, bi dijminatî nas nakin, têkoşîna ji bo darizandina Erdogan ê dîktotor geştir bikin û bang kir ku her kes bibe dengê Leyla Guven û têkoşînê geş bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar