Çalakiya greva birçûbûnê ya bidorveger û bêdem ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de dan destpêkirin, bi dewrgirtina koma 6’emîn di roja 27’emîn de didome. Hat diyarkirin ku hevşeradara berê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn û hevseroka HDP’ê ya berê ya Gebzeyê Damla Bagci jî li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Jimara 1’an Tîpa F tên ragirtin jî tev li çalakiyê bûne.
Şahîn û Bagciyê diyar kirin ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe dê çalakiyên xwe bidomînin û bang li raya giştî kirin ku li dora çalakiyên greva birçîbûnê bibin xelek. KOCAELÎ