Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Kurdên li Swîsreyê ji bo Leyla Guven daketin qadan

Li dijî dîlgirtina Hevseroka KCD û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li bajarên Bern, Bîel, Lozan, Basel û Solothûrnê yên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin 

Piştî ku rejîma tirk di 21’ê kanûnê de zêdeyî 22 sal cezayê girtîgehê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven birî, şeva heman rojê ew binçavkir û girt. Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

Bi banga Meclisa Jinan a Mizgîn mirovên şoreşger, demokrat û welatparêz li qada Bahnhofplatzê li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî dîlgirtina Leyla Guven dan. Di çalakiyê de wêneyên Leyla Guven hatin hildan û aktîvîst Hediye Mûnzûr axivî.

Hediye Mûnzûr anî ziman ku di şexsê Leyla Guven de êrîşên qirkirina siyasî li dijî jin û gelê kurd tê kirin û di bingeha vê yekê de jî dijminatiya li kurdan, li gelan heye û li dijî polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk, ji bo xurtkirina têkoşîna jinan bang kir.

Hevserokê CDK-S Alî Şîmşek jî destnîşan kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye.

Bîel

Çalakî bi pêşengiya Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan li pêşiya stasyona trenê ya navendî hat lidarxistin û girtina Guven hat şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Leyla Guven nayê bêdengkirin’, ‘Leyla Guven rûmeta me ye’, ‘Erdogan dijminê jinan e, kujerê jinan e’ hatin qîrîn û belavokên bi zimanê almanî hatin xwendin.

Lozan

Bi banga Meclisa Jinê ya Lajin li pêşiya dêra St. Laûrentê çalakiyek pêk hat. Çalakgeran ji bo berdana Leyla Guven û girtiyên siyasî bang kirin.

Basel

Li qada Barfusserplatzê bi banga Meclisa Jinê ya Ronahî çalakî hat lidarxistin û têkildarî girtina Leyla Guven daxuyanî hat dayîn. Bi navê YJK-S’ê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Di şexsê Leyla Guven de jinên kurd wê dest ji têkoşîna xwe bernedin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Solothûrn

Bi banga lezgîn a Komuna Jinê ya Pinar danê êvarê kurdistanî li pêşiya stasyona trenê ya navendî li hev kom bûn û nerazîbûn nîşanî girtina Leyla Guven dan. Di çalakiyê de li dijî faşîzma dewleta tirk dirûşm hatin qîrîn û belavokên bi zimanê almanî hatin xwendin. Di çalakiyê de bi navê komuna jinê ji bo bilindkirina têkoşînê bang hat kirin. BERN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar