Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye

Meryem Aytaş ku nêzî 4 sal in neçûye serdana kurê xwe Cahît Aytaş ê di Girtîgeha Tîpa L a  Kalkandereyê de ye, xwest kurê wê sewqî girtîgeheke nêzî wan bê kirin û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin

Ji ber ku girtiyên siyasî bi hincetên cuda sewqî girtîgehên dûr tên kirin, malbat mexdûr dibin. Yek ji van girtiyan jî Cahît Aytaş ê HPG’î ye. Aytaş, di 12’yê îlona 2012’yan de di şerekî li Şemzînanê de bi birîndarî hat girtin û 341 sal û 8 meh ceza lê hatiye birîn. Aytaş demekê di Girtîgeha Tîpa F a Wanê ma. 2 sal şûnde wî sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîs kirine û piştî sal û 6 mehên li vir vê carê wî sewqî Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê ya Rîze kirine. Malbata Aytaş li gundê Silvana yê Gevera Colemêrgê ye.

Piştî sewqî Rîzeyê hatiye kirin malbat ji ber rewşa aborî pir nikare biçe girtîgehê, tenê bi rêya telefonê hevdîtinê pê re dikin.

Dixwaze kurê xwe bibîne

Dayik Meryem Aytaş ku nêzî 4 sal in kurê xwe nedîtiye diyar kir ku bila ev zilm bi dawî bibe.

Dayik Aytaş da zanîn ku 15 rojan carekê bi telefonê bi kurê xwe re diaxife û di axaftina dawî de kurê wê jê re gotiye, li girtîgehê zext û zorî zêde bûne û diyar kir ku kur kurê wê jê re wiha gotiye: “Tembûra me, radyoya me û pirtûkên me yên kurdî ji me stendin. Rihetî û hizûr nehiştine. Tim heqaretê dikin, xeberan dibêjin.”

Dayikê anî ziman ku ji ber bi tirkî nizanin nikarin derdê xwe ji rayedaran re bibêjin û wiha pêde çû: “Ji roja ku kurê min hatiye girtin heya niha em pir zehmetiyê dikişînin. Ji ber ku derfetên me tune ne, ji bo hevdîtinê em nikarin biçin. Hevjînê min jî extiyar û nexweş e. Piştî sirgûnî Rizeyê kirine heya niha min kurê xwe nedîtiye. Çend caran min xwest biçim lê ji min re got ‘neyê, gardiyan heqaretê li malbatan dikin.’ Bila dewlet kurê min bîne cihekî nêz. 4 sal in min kurê xwe nedîtiye. Tenê dixwazim kurê xwe bibînim. Bi ser de jî wî xistine hucreyeke yekesî.”

Her wiha dayik Aytaş destnîşan kir ku ji bo kurê wî bînin cihekî nêz daxwazname dane lê daxwaznameya wan nehatiye qebûlkirin û demek berê jî teblîxatek ji wan re hatiye, heqê xwarina kurê wî ya li girtîgehê ji wan hatiye xwestin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Du kaxez ji hepsê hatin. Heqê xwarin û vexwarina kurê min a li girtîgehê xwestin. Ma ez ê ji ku bînim?” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar