Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Artêşa Maliyê “sûcê şer” komên çekdar jî “sûce dijî mirovahiyê kiriyê

Komîsyona Navnetewî ya ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve têkilî Maliyê hate avakirin, ragihand ku artêşa Maliyê 'sûcê şer'' û gelek komên çekdar jî ''sûcê dijî mirovahiyê'' kirine

Navenda Nûçeyan

Li gorî nûçeya AFP’ê rapora ku ji hêla Koalîsyona Navnetewî ve hatî hazikirin çû ber destê endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Li gorî rapora Maliyê ya 350 rûpelî ji bo ku bawerî pê were anîn artêşa Maliyê ‘sûcê şer’ kiriye, ‘sedemên maqûl’ hene.

Di raporê de tê xwestin ku li ser mijara sûcên navnetewî dadgeheke pispor were damezirandin.

Ev agahî piştî ku efser 18’ê Tebaxê Serokkomar Brahîm Babekir Keyta anîn xwarê, hate derxistin. Leşker, bi îdîaya ku piştî 18 mehan rêveberiyê dewrî sivîlan bikin, kontrola organên sereke yê bihurînekê bi dest xistine.

Komîsyona lêpirsînê ya navborî li ser hîmê peymana aştiyê ya 2015’an, Çileya 2018’an hate avakirin.  Komîsyona ku ji Swêdê ji Lena Sundh, ji Kamerûnê Sîmon Munzu û  ji Maurîtûsê Vînon Boolell ava bûyî, rapirsîna salên di navbeyna 2012 û 2018’an kir.

Rapor, Hezîranê piştî ku dane ber Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres heftiya bihurî dane ber 15 endamên Konseya Ewlehiyê.

Di raporê de kuştina bi hezaran mirov, birîndarkirina wan, êşkence û koçberbûn, 140 rûdan bi rengekî kronolojîk bi berfirehî tê vegotin.

2012’an leşkerên Malîyî ji bo ku serhildêrên Tuareg ê serxwebûnxwaz ên li bakurê welêt û cîhadiyan serkut bikin dest li ser rêveberiyê danîbûn. Ji wê demê û vir ve li welêt krîz heye.

Salên 2012 û 2013’an hêzên ewlehiyê nemaze ji kuştina endamên komên Ereb û Tuaregê berpis hatibûn dîtin.

Rapor sala 2012’an 3 cendirmeyên Tuaregî, 15 waizên Ereb û Çileya 2013’an bi gumana ku endamên komên cîhanî de, balê dikişîne ser kuştina 15 kesan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar