Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Di guhê guhdaran de dengek zindî: Mamlê

Tevî ku li ser wefata Hunermend Mihemed Mamlê re 21 sal derbas bûn, lê hîn dengê wî li nava gel de zindî ye

Navenda Nûçeyan

Hermend Karwanî Ney diyar kir ku piştî Hesen Zîrek ti stranbêjek bi qasî Mamlê di warê awaz û muzîkê de bi ser neketiye.

Mihemed Mamlê yeke ji wan dengên resene ku di dema jiyana hunerî de xizmetekî mezin ji bo hunera resen a Kurdî kiriye. Xwedî sedan stran û awazan e. Stran û awazên Mamlê li nava hunera resen a Kurdî de xwedî cihekî xwe yê taybet e. Hema hema piraniya Kurdan guhdarî dengê wî kiriye.

Mihemed Seîd Elî bi nasnav Mihemedê Mamlê di sala 1925’an de li Taxa Xirê a bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji nava malbatekî hunermend ji dayik dibe. Mamlê di nava malbatê de kesê herî dengxweş û dihate naskirin bû. Xwendina seretayî li Dibistan Pehlewî û Seadet a Mahabatê temam kir.

Di serdama Komara Mehabadê de bi stran û srûdên xwe yên nazenîn, tê naskirin. Hunermendê kurd ji ber kar û barê kurdayetiyê gelek caran tê girtin û di zindanan de maye.

Mamlê ne tenê mamostayekî hunerî bû, ji ciwanî ve beşdarî kar û xebatên nîştîmanî bûye. Yek ji pêşmergeyên Komara Kurdistanê a Mahabatê bû.

Di 29’ê Sibata sala 1948’an de ji ber ku helbestekî bi navûdeng a Hejar Mukiryanî kir stran hatibû girtin.

Yek ji stranên deriyê hunerê ji Mamlê re vekir, strana ‘Royî bi cihêyî hiştim’ bû ku di sala 1938’an de tomar kiribû. Li gorî çavkaniyên dîrokê di nava 57 salên jiyana hunerî de nêzî 328 stran tomar kirine.

Mamlê di sala 1963’an de çûye bajaroka Qaledizê ya ser bi Îdareya Raperîn ya Başûrê Kurdistanê û li wir çend şahî lidar xistine. Piştre çûye bajarê Silêmaniyê û li wir jî beşdarî çend şahiyan bûye.

Stranên Tayer Tofîq, Elî Meran, Seîd Elî Esxer Kurdistanî, Mihemed Arif û Tehsîn Taha ên herî bi dilê Mamlê bûn. Ji helbestan jî, helbestên, Wefayî, Silêmanî Şawanele, Marif Axa, Goran, Hejar Mukiryanî  û Hêmîn Mukiryanî bûn. Helbestên wan di nava gelek stranên xwe de bi kar jî aniye.

Mamlê di sala 1994’an de strana herî dawî tomar kir. Ji wê salê ve êdî nexweşiyekî giran girt. Nexweşiyê êdî nehişt dengê xwe tomar bike.

Piştî 5 salan Mamlê di 74 saliya xwe de, roja 23’yê Kanûna sala 1999’an piştî nîvro, li bajarê Mahabadê yê Rojhilata Kurdistanê koça dawî kir û xatir xwest. Mamlê li goristana Mahabadê ya bi navê Bûdak Sultan hate definkirin. Tevî ku li ser wefata wî re 21 sal derbas bûn hîn dengê wî di nava gel de zindiye û tê guhdar kirin.

Stranbêj û Awazsaz Karwan Ney beşek ji hunermên nû rexne kir û diyar kir ku niha  hunermendên baş kêmin, lê hêviyên wî hene pêşerojê gelek hunermendên baş derkevin û got;”Hunermendên klasîk hunera Kurdî li cîhanê dan naskirin. Divê Wezareta Rewşenbîrî, peymangehên hunerên xweşik û navendên fêrkirina muzikê ciwanan fêrî bingehê sereke yê hunera Kurdî bikin. Heta stranbêjên nû taymendiya hunera Kurdî ji dest nedin.”

Stranbêj û Awazsaz Karwan bal kişand li ser Hunermend Mamlê û wiha domand;”Yek ji baştirîn stranbêjin Kurd e. Xwedî jîrî û taybetmendiyekî cuda ye. Di hilbijartina melodî û muzikê de xwedî şêwazek bi tavahî cuda ye. Awazan bi taybetmendiya xwe pêşkêş dike. Di warê melodî ve piştî Hesen Zîrek ji derveyî Mamlê kesek wiha derneketiye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar