Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Li ser serdana Kazimî ya ji Tirkiyê re nîqaş, rexne û bedbînî hene

Rojnamegerê iraqî Ahmed Musewî di der barê serdana Kazimî ya Tirkiyeyê de got, Kazimî ji ber siyaseteke qels destvala ji Tirkiyeyê vegeriya

Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hefteya borî li gel şandeya payebilind serdana Tirkiyê kir û bi berpirsên mezin ên li Tirkiyê re civiya, di serî de bi Recep Teyyîp Erdogan re rûnişt.

Serdan tenê rojekê bû. Beriya wê jî axaftin li ser dosyayên ku ji salan ve bi girêk in, hatin kirin. Lê diyar bû ku nîqaşên di serdanê de zêde encam neda.

Nîqaş der barê 8 dosyayên girîng ên li ser astên ewlehî, aborî, fînans, enerjî, av, girêdana rêya hesin, vîzeya têketinê, pereyên cemidandî û dosyaya kurd û hwd de bûn.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan pistûyê cilê serokê hikumeta Iraqê Mistefa Kazimî guhart, ji wê zêdetir jî Kazimî di qeyda serdanan de hûrgiliyên serdana ji gora Ataturkê re nivîsand û daxuyaniyên her du serokan hatin paşguh kirin.

Piştî ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazim ji erebeyê dakeve, Erdogan li bendê bû ku dest bi pêşwaziyeke fermî bike. Dema Kazimî silav da serokkomarê Tirkiyê Erdogan pistoyê Kazimî guhart, ji ber hineke xwar bûbû. Bi wê re jî Kazimî şoq ma.

Têkiliya her du welatan ji 2003’yan ve di geleke pêvajoyan re derbas bû. Lê belê dewleta tirk hewl dide parastina vê têkiliya aborî ya di navbera her du welatan de bike. Ji ber ku Iraqê herêmeke mezexêr a baş ji kelûpelên Tirkiyê re ye.

Pevguherîna bazirganiyê ya di navbera her du welatan de di salê de 16 milyar dolar e. Lê dewleta tirk dixwaze bigihîne 20 milyar dolarî. Ji ber ku ew sûdwer e û Iraq jî welatekî hindarde ye.

Lê di mehên borî de ji ber êrişên dewleta tirk ên li ser herêmên Iraqa federal, nakokiyên mezin di navbera her du welatan de derketin. Dewleta tirk di van mehên dawîn de pereyên kesayetên iraqî û yên Iraqê cemidandin û bersivdana Iraqê ya xwestekên Ewropa yên girêdayî şûştina diravê hinceta vê yekê nîşan da.

Kazimî hewl da li tedbîrên beriya nakokiya dawîn ên girêdayî serdana iraqiyan ji Tirkiyê re, vegere. Ji ber ku dema iraqî digihiştin balafirên Tirkiyê vîzaya têketinê werdigirtin. Her wiha dibe ku pereyên Iraqê yên deweta tirk cemidandine, rolekê di sivikkirina aloziya darayî ya li ser Iraqê de bilîze.

Erdogan da zanîn ku Tirkiyê girîngiyê dide parastina yekitiya xaka Iraq û bloka wê ya siyasî û amade ye tevahî şêweyên piştevaniyê ji bo xebata jinûve avakirinê pêşkêş bike.

Erdogan diyar kir ku divê bazirganiya di navbera Tirkiyê û Iraqê de ya salane bigihîne 20 milyar dolar.

Erdogan wiha got: “Me bi birêz Kazimî re biryar da, ku têkbirina dijminên hevbeş berdewam bikin.” Ew yek jî îşaretê bi PKK’ê dike.

‘Stratejiya Iraqê lewaz e’

Têkildarî vê yekê, rojnamegerê iraqî Ehmed El-El-Musewî wiha got: “Nîqaş bi serdanê re û yên li pey wê, paralelî vê serdanê bûn. Ya yekemîn, birêz Kazimî koma rojnameger ji nivisgeha xwe û kesên pispor bi xwe re birin û ev yek jî hat rexnekirin. Ji wê zêdetir jî Kazimî li ser hin mijarên protokolê yên girêdayî etîkêta xwe û reftarên Erdogan bi wê re, hat rexnekirin.”

Der heqê stratejiya têkiliya bi Tirkiyê re, El-Musewî wiha piştrast kir: “Mixabin, ev stratejî heta niha ji aliyê hikumeta Kazimî ve ya ku li ser gelek mijaran paşguh kiriye, lawaz e. Jê jî girîngiya serweriyê ye. Dewleta tirk êrişên leşkerî, bejahî, derbeyên topavêjan û asîmanî li dijî Iraqê pêk anîn, li gel wê jî hêzên wê derbasî kûrahiya Iraqê bûn. Hikumeta Kazimî ev hemû mijar hiştin û li ser nîqaş nekir.”

‘Pencên Tirkiyê… û hiştina dosyaya avê’

El-Musewî wiha domand: “Dewleta tirk li ser bingeha ku ew dikare pencên xwe li Iraqê xurt bike, danûstandinê dike, çi aliyê siyasî yan jî aborî dibe yan jî ewlehî û erdnîgarî dibe bila bibe. Dewleta tirk ajandeyên xwe li Iraqê pêk tîne.”

Li gorî iraqiyan, Enqere dosyaya avê û çavkaniyên çemên Dicle û Firatê wekî kaxezeke zextê ya siyasî li dijî Bexdayê bi kar tîne, da ku jê hêsanbûnên bazirganî û siyasî wergire. Wê jî hişt bi hezaran hêktarên zeviyên Iraqê ziwa bibin û cotkar dev ji zeviyên xwe berdin.

Di vî warî de, El-Musewî wiha bi lêv kir: “Niha dewleta tirk dosyaya avê bi kar nayne. Ji ber ew ji salan ve di demeke ziwabûnê re derbas dibe. Niha jî dinêre ku berjewendiya wê dagirtina bendav û depoyên xwe ye. Lê Iraq niha ji vê yekê dûr e û bi eşkere ji Kazimî re hat gotin ku ew avê zêde bernade û jê xwest ku ji vê dosyayê niha bi dûr bikeve.”

‘Dosyaya aborî…pîvan li gorî berjewendiya Enqereyê ye’

Têkildarî kurd, El-Musewî wiha berdewam kir: “Dewleta tirk naxwaze li herêma bakur agir pêkeve û şer naxwaze. Tişta ku dixwaze ew ku dosyaya PKK’ê bi biryara hikumetê ya hişk bi dawî bike. Ew jî di vî alî de amade ye. Ya herî girîng jî herêma bakur deriya dewleta tirk ber bi Iraqê ve ye. Deriyekî ku zêdetirî 16 milyar dolar qezenc dike. Bi wê re jî pîvana Enqereyê li ser hesabê Bexdayê dadigere. Ji ber Iraq welatekî tê de endustirî tune ye û çandinî têkçûye.”

‘Encamên serdanê…topên Tirkiyê li pey şandeya Iraqê ne’

Li ser encamên serdanê, El-Musewî wiha destnîşan kir: “Em dikarin bêjin ku serdanê tenê nêzbûneke siyasî ya iraqî-tirkî ava kir. Ew jî rakirina vîzeya têketina li her du welatan e. Li ji aliyê serweriyê ve, piştî derbasbûna 24 saetan ji derketina şandeyê ji Tirkiyê bakurê Iraqê bi taybet 8 gundên ji parêzgeha Dihokê hatin topbarankirin. Ev jî nîşan dide ku dewleta tirk di binpêkirina serweriya Iraqê de berdewam e.”

Ehmed El-Musewî wiha gotina xwe bi dawî kir: “Encamên vê serdanê li gorî xwestekên Iraqê pir kêm bûn. Ji ber Iraqê dixwest şîrketên Tirkiyê derbasî Bexdayê bibin, dewleta tirk kesên gumanbar radestî Iraqê bike, her du weleta hevkariya ji bo girîngiya çandinî, endurstirî û ximzetguzarî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar