Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Ji destê Tirkiyeyê were dê erdnîgariya ereb hemû dagir bike’

Endamê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef têkildarî êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Eyn Îsayê axivî û diyar kri ku ji destê dewleta tirk were dê tenê ne axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê erdnîgariya ereb hemû dagir bike

Artêşa dewlet tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên giran dibin ser bajarê Eyn Îsayê ya girêday Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Tirkiye bi taybetî êrîşan dibe ser gundên Mişêrfa, Cehbel, Mealiq û Sayda yên li derdora Eyn Îsayê ne û dixwaze Eyn Îsayê bixe kontrola xwe û bigihîje rêya navnetewî ya M4.

Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) bersivê dide êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê û li aliyê din jî bi Rûsya û rejîma Sûriyeyê re di nava temasên leşkerî de ye.

Rûsya jî di nava hesabê ku Eyn Îsayê dewrî rejîmê bike de ye.

Di rojên dawî de trafîka hevdîtina li ser mijara Eyn Îsayê ya di navbera rayedarên rûs û tirk de zêde bûye û her çiqas ji bo rojekê agirbest li Eyn Îsayê hatibe ragihandin jî lê dîsa êrîşên giran didomin.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef armanca êrîşên li ser Eyn Îsayê ji ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.

Di nav êrîşkaran de DAIŞ’î jî hene

Riyad El Xelef diyar kir ku wan bersvi daye hemû êrîşên li ser Eyn Îsayê û li gorî agahiyên di destê wan de heta niha di şer de 35 windayên endamên komên çekdar hene û dido ji van endamên Hêzên Çekdar ên  Tirkiyeyê ne.

Xelef anî ziman ku di nava komên êrîşî Eyn Îsayê dikin de endamên DAIŞ’ê hene û wiha got: “Armanca van grûpan ew e ku bajêr bi tevahî desteser bikin. Hema bêje rojane 100 heb obus û hewanê diavêjin bajêr. Di van êrîşan de yek jê zarok 2 kes hatin kuştin. Ev bûyer li gundê Cehbel qewimî. Ji ber êrîşan hêj me cenazeyên xwe ji bin kavilan dernexistiye. Ev jî dijminatiya dagirkeriya Tirkiyeyê dide nîşandan. Tirkiye bi vê yekê re jî dixwaze erdnîgariya dixwaze dagir bike berfireh bike.”

Rûsya û rejîm bêdeng e

Xelef destnîşan kir ku armanca hebûna Rûsyayê ya li herêmê ew e ku pêşî li van êrîşan bigire lê Rûsya vê rola xwe pêk nayne û wiha domand: “Rûsya û hêzên rejîmê li dijî êrîşên Tirkiyeyê xemsarî ango bêdengiya xwe didomînin. Tevî topên van grûpên çekdar li ber baregehên Rûsya dikevin jî lê dengê xwe dernaxin. Ev yek ji bo rejîma Sûriyeyê jî derbasdar e. Bi topan êrîşî xalên wan jî kirin. Di van êrîşan de yek jê fermandar 3 leşkerên rejîmê birîndar bûn. Lê helwesta xwe nîşan nedan.”

Di axaftina xwe de Xelef anî ziman ku tevî hemû êrîşan jî ew biryara agirbestê li ber çavan digirin û ew di ferqa berpirsiyara xwe de ne û lê Tirkiye biryara agirbestê binpê dike û da zanîn ku Tirkiye peymanên navdewletî tune dihesibîne û her roja ku diçe êrîşên xwe zêde dikin.

Her wiha Xelef destnîşan kir ku li ber çavê dinyayê hemû êrîşî herêma wan tê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li ber çavê her kesî êrîşî ser me dikin. Lê deng ji kesî dernakeve. Halbûkî her kes êrîşan dibîne. Di bin şerê li Sûriyeyê diqewime de xeyalên osmantiyê hene. Ji destê Tirkiyeyê were dê tenê ne axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê erdnîgariya ereb hemû dagir bike.” EYN ÎSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar